Cihada Îslamî li ser êrişa li Xezeyê daxuyanî da

18-10-2023
Nîşan Xeze Nexweşxane Êriş Cîhada Îslamî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şava borî êrişî Nexweşxaneya El-Ehlê Baptîstê ya li Xezeyê hat kirin û herî kêm 500 Filistînî hatin kuştin.

Gelek welatên cîhanê da zanîn ku Îsraîlê ev êriş encam daye lê Îsraîlê îdia kir ku êrişa li Xezeyê ji aliyê Cihada Îslamî ve hatiye kirin.

Piştî angaşta Îsraîlê Cihada Îslamî daxuyaniyek da û ev îdia red kir.

"Ev yek derew e û şaş e"

Berdevkê Cihada Îslamî Dawud Şehab ji Reutersê re got, “Ev yek derew e û şaş e. Îsraîl dixwaze sucên ku li hemberî sivîlan kirine binixûmîne.”

Li aliyê din, artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe de gotibû, “Roketên ku terorîstan Cihada Îslamî avêtin bûn sedema teqîna li Nexweşxaneya el-Ehlê Baptîstê ya li Xezeyê.”

Di daxuyaniyê de dîmenên weşana zindî yên televîzyona Al Jazeerayê jî hatin parvekirin.

Herwiha Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu li ser êrişa li Xezeyê daxuyaniyek belav kiribû.

Binyamin Netanyahu di daxuyaniya xwe de gotibû:

“Divê hemû cîhan zanibe, ne artêşa Îsraîlê êrişî nexweşxaneyê kiriye. Yên ku ev êriş kiriye terorîstên li Xezeyê ne.

Yên ku zarokên me bi awayekî xwînxwar qetil dikin, zarokên xwe jî qetil dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst