XEZE - Hejmara kuştiyan derket 4 hezar û 137an

20-10-2023
Nîşan Xeze Îsraîl Filistîn Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hejmara kesên ku li Xezeyê hatine kuştin derket 4 hezar û 137an.

Ji 7ê Çiriya Pêşînê ve şer û pevçûnê di navbera Hemas û Îsraîlê de didomin.

Di êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê de heta niha 4 hezar û 137 hatine kuştin ku hezar û 524 ji wan zarok in.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê Eşref el-Qudra di daxuyaniya çapemeniyê de destnîşan kir ku di nav kuştiyan de hezar jin jî hene.

Eşref el-Qudra diyar kir ku heya niha bi qasî 13 hezar Filistînî birîndar bûne û herî kêm hezar kes bin kavilan de winda ne ku piraniya wan zarok in.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê Eşref el-Qudra wekî din destnîşan kir Îsraîlê şeva borî li Xezeyê êrişî Dêra Rûmên Ortodoks kir û “16 Filistîniyên Xiristiyan hatin kuştin.”

Li aliyê din, heta niha di êrişên Hemas û rêxistinên de herî kêm hezar 400 Îsraîlî hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst