KGD: Eger piştgirî bê dayîn dê Kurdî li Almanyayê belav bibe

18-09-2023
RÛDAW
Wêne: Rûdaw Grafîk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Civaka Kurd a Almanyayê Mehmet Tanriverdî Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê KGDyê Mehmet Tanriverdî got ku eger Herêma Kurdistanê mamosteyan tayin bike dê karibin li hemû eyaletên Almanyayê dersên Kurdî bidin.

Serokê Civaka Kurd a Almanyayê (Kurdische Gemeinde Deutschland/KGD) Mehmet Tanriverdi bû mêvanê Bernameya Nûrojê ya Rûdawê.

Mehmet Tanriverdî diyar kir ku Herêma Kurdistanê dikare ji bo belavbûna kurdî li Almanyayê bi tayinkirina mamostayên Kurdî û dabînkirina meteryalên perwerdeyê piştgiriyê bide.

Li gorî daneyên KGDyê, li Almanyayê nêzî du mîlyonan Kurd dijîn.

KGDyê da zanîn ku ji sedî 80yî zarokên Kurd ên li Almanyayê ji dayik bûne yan jî nû hatine Almanyayê ji perwerdeya bi Kurdî bêpar in.

Mehmet Tanriverdi diyar kir ku li Almanyayê ji 16 eyaletan li 5 eyaletan Kurdî bi awayekî fermî li dibistanan tê dayîn.

Herwiha Tanriverdi tekez kir ku eger şert û merc pêk bên li herêmên din jî dersên Kurdî dikarin bên dayîn.

Civaka Kurd a Almanyayê di demên borî de ji bo li eyaletên din jî perwerdeya Kurdî bê dayîn bangî Wezareta Perwerdeyê ya Almanyayê kiribû.

Serokê KGDyê got “Rast e dewleteke me ya Kurdan nîne lê Herêma Kurdistanê herêmeke federal e û wekî nîvdewlet e.

Dikare alîkariyê bide, mamosteyan peyda bike û ji bo perwerdeya Kurdî dikare bi van herêman re jî bi hevahengî bixebite.”

Tanriverdî diyar kir ku welatên wekî Tirkiye, Spanya, Brîtanya, Îtalya û Yûnanîstanê ji bo hînkirina zimanên xwe mamosteyan tayîn dikin û piştgiriya aborî didin welatiyên xwe yên li diyasporayê.

Herwiha Tanriverdî anî ziman ku eger ji bo Kurdî gav neyên avêtin dê di paşerojê de zarok nikaribin fêrî Kurdî bibin û ji ber vê yekê dibe ku nasnameya xwe winda bikin.

Tanriverdî amaje bi wê yekê jî kir ku divê Herêma Kurdistanê li hemû eyaletên Almanyayê ji bo Kurdî mamosteyan tayîn bike û wiha pê de çû:

Herêma Kurdistanê dikare mamosteyên Kurdî tayîn bike.

Dikare di mijara alîkariya aborî û materyalên ku di dibistanan de tên bikaranîn piştgiriyê bide

Ji ber vê yekê li hemû eyaletan Kurdî dikare bê xwendin.”

Li gorî qanûnên Almanayayê ji bo ku zarok bi zimanê xwe perwerde bibîn nêzikî 20 dê û bav dikarin serî li wezareta perwerdeyê bidin da ku ji bo zarokan polek bê vekirin.

Tanriverdî da zanîn ku wan wekî Civaka Kurd a Almanyayê ji bo perwerdeya Kurdî serî li Wezareta Perwerdehiyê daye lê wezaretê wiha bersiv daye "Hikûmeta Alman nikare di vî warî de piştgiriya madî bide."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst