Şerê Ukraynayê pêgeha Azerbaycanê di enerjiya cîhanê de bihêztir kiriye

18-07-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Bi destpêkirina şerê li Ukraynayê xwest li ser gaza Azerbaycanê zêde bû
Bi destpêkirina şerê li Ukraynayê xwest li ser gaza Azerbaycanê zêde bû
Nîşan Azerbaycan Enerjî Şerê Ukrayna
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de dest pê kir pêgeha Azerbaycanê li navçeya welatên Yekîtiya Sovyetê ya berê bihêz kiriye, nemaze daxwaza li ser gaza wê zêde bû bi taybet piştî ku Rûsya hinardekirina gazê ber bi Ewropa kêm kir.

Ewropa dixwaze peywendiyên xwe bi Azerbaycanê re germ bike û pêşwazîkirina Serokê Azerbaycanê û Serokwezîrê Ermenîstanê nîşana wê yekê ye ku Ewropa hewl dide navbênkariyê di navbera wan de bike û çareseriyekê ji kirîza kevn a herêmên Nagorno Qerebax û Korîdora Laçîn re peyda bike.

Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pashinyan dibêje: “Derbarê girtina neyasayî ya Rêrewa Laçîn û kûrtirkirina krîza mirovî li wê navçeyê, Encûmena Yekîtiya Ewropayê hewl dide kêşeya me ligel Azerbaycanê çareser bike û em bigihêjin rêkeftina aştiyê.”

Çima aniha Azerbayjan ji bo Yekîtiya Ewropayê girîng e?

Ligel destpêkirina şerê Ukrayna û kêmbûna hinardekirina gaza siruştî ya Rûsyayê ji bo Ewropayê, daxwaz li ser gaza Azerbaycanê zêde bû.

Şeş mehên dawî yên gurrbûna wî şerî ji sala 2022yan, hinardekirina Azerbaycan ji bo welatên Yekîtiya Ewropayê 4 qatan zêde bû, bihayê wê gihişte 4 milyar û 180 milyon dolarî.

Plana hikûmetê heye, qebareya hinardekirina gaza xwe heta 33% bilind bike, herwiha hinardekirina petrola xwe heta 50% bilind kiriye.

Azerbaycan weke xeleka girêdana rêya bazirganî ya navbera Çîn û Ewropayê tê dîtin.

Rê ji Çînê diçe Ozbakistanê û ji wê derê bi Deryaya Qezwînê digihêje Azerbaycanê.

Ji Azerbaycanê jî diçe Gurcistanê û ji wê derê ber bi Tirkiyê ve diçe, ji Tirkiyê jî diçe Ewropayê.

Bi mebesta bihêzkirina jêrxaneya Azerbaycan, Ewropa 2 milyar û 200 milyon dolar alîkariya 25 hezar kompanyayên bazirganî yên biçûk û mamnavendî yên wî welatî dike.

Amerîka jî, li ser hêlê ye û mebesta wê ew welat in ku wan ji bazneya Rûsyayê dûr bixe û dema sê rojan, Blinken li Waşnitonê pêşwazî li herdu wezîrên derve yên Azerbaycan û Ermenistanê kir nîşana vê yekê ne.

Li Herêma Nagorno Qerebax jî, xwepêşandan û rêpîvanên nerazîbûnê li ser dorpêçkirina wan berdewam e û daxwazê li welatên rojava dikin, rewşa mirovî ya herêma xwe nekin sûtemeniya berjewendiyên xwe yên abûrî û siyasî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst