Artêşa Rûsyayê di şerê Ukraynayê de dronên 'Supercam' bikar tîne

19-06-2023
RÛDAW
Hêzên Rûsyayê di şerê li dijî Ukraynayê de dronên Supercam S350 bikar tînin.
Hêzên Rûsyayê di şerê li dijî Ukraynayê de dronên Supercam S350 bikar tînin.
Nîşan Rûsya Ukrayna Şerê Ukrayna Dron
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dron wek serbazên nû yên meydanên şer tên naskirin. Şerê Ukrayna çavên artêşan di nav de jî Artêşa Rûsyayê li ser girîgniya wê çeka zîrek vekiriye û niha artêşên welatên giring ên cîhanê giringiyek mezin didin wê çeka bihêz.

Şerê Rûsya û Ukrayanyê bûye qadeke giring a bikaranîna dronan di rûbirûbûnên navbera artêşên her du welatan de. Rûsya niha gelek cureyên dronan di şerê Ukrayanyê de bikar tîne, yek ji wan dronên Supercam S350 ye.

Rich, berpirsê yekeya çavdêriya dronan di Artêşa Rûsyayê de derbarê bikaranîna dronan di şer de dibêje: “Ev dron li navçeya Îjevîsk hatiye çêkirin, navê wê supercam S350 ye, droneke zîrek e û kameraya wê bi hêz e, di rê de armancên xwe destnîşan dike.”

Navê wê dronê ji bihêzbûna kamereya wê hatiye girtin ku dikare 35 caran nêzîk bike.

Ew drona Artêşa Rûsyayê li esmanê Ukrayanayê digere û derbarê cihên serbazên yên Ukraynayê de zanyariyan dide Artêşa Rûsyayê, daku bi hêsanî bikaribin topên zîrek bavêjin armancên xwe û hêzên Ukraynî topbaran bikin.

Berpirsê yekeya çavdêriya dronan di Artêşa Rûsyayê de dibêje: “Efserên me li ser awayê bikaranîna dronan bi awayekî herî baş rahênan kirine, di salek û nîva bihorî de bi dehan xûlên bikaranîna dronan dîtine û gavên mezin avêtine.”

Tevî ku Rûsyayê bi xwe çend cureyên dronan hene, lê welatên rojavayê yên ku piştgiriya Ukraynayê dikin, dibêjin ku Moskow di şerê li dijî Ukraynayê de zêdetir dronên Îranî bikar tîne, ji ber ku gelek ji dronên Rûsî erzantir in.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst