Pisporê Rûs: Heta ku Erdogan hevkariya komên tundrew bike, Esed dê êrîşên xwe bidomîne

18-02-2020
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Şanda Tirkiyê ji Rûsyayê vegeriya
Şanda Tirkiyê ji Rûsyayê vegeriya
Nîşan Rûsya Tirkiye Sûriye Idlib
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Gotûbêjên navbeyna şandên Tirkiye û Rûsyayê yên li ser aloziya Idlibê, ku diplomat, serbaz û nûnerên îstîxbaratan tê de cih digrin, roja diduyan jî, li pişt deriyên girtî birêve çûn. Serokê Navenda Lêkolînên Serbazî û Siyasî Yevgeniy Bûjînskî dibêje ku Heta ku Serokomarê Tirkiyê Erdogan bi komên tundrew re hevkarî dike, Serokê Rûsyayê Esed dê êrîşên xwe bidomîne.

Moskow , helwêsta xwe ya bêdengiyê, ku ji destpêka aloziya li Idlibê daye pêşiya xwe, vê care jî  berdewam kir. Lê dezgehên ragihandinê û civata şarezayan, her tekezî li ser  pêwîstiya cîbicîkirina rêkeftina Soçiyê ji aliya Enqere ve kirin.

Serokê Navenda Lêkolînên Serbazî û Siyasî generalê malnîşîn Yevgeniy Bûjînskî ji Rûdawê re got: “Yekane rêya lihevkirinê ew e ku divê terorist û opozîsyon ji hev werin cudakirin. Heta ku Enqere cudakirina terorîstan qebûl nekiriye, tiştek ji gotûbêjan jî dernakeve. Lihevhatin ew e ku divê Erdogan vê rastiyê qebûl bike, û ti rêya din tune. Heta ku Erdogan bi komên tundrew re hevkarî dike, Esed dê êrîşên xwe bidomîne û pevçûnên di navbeyna hêzên Sûrî û Tirkî de jî dê berdewam bin."

Bê guman, şanda Tirkiyeyê bi wê îdîa û hêviyan hatibûn Moskowê, ku Rêkeftina Soçiyê ya sala 2018an êdî nemaye û ji bo aramiyê, divê artêşa Sûrî vegera pêgeha xwe ya beriya aloziyê.

Cîgirê Serokê Enstîtuya Rojhilatnasî ya Rûsyayê Vasîlî Kuznetsov  jî dibêje: “Rêkeftina Soçiyê, rêkeftineke rewa û zindî ye û bê guman, kes dest jê bernade. Lê dibe ku di paşerojê de hin serastkirin tê de bê kirin. Eşkre ye ku li Idlibê kes êdî bi tevayî venagere pêgeha xwe ya berê. Lê, lêgerînên ji bo sazîşeke maqûl  dê berdewam bin.”

Duyemîn roja gotûbêjên navbeyna şandên Tirk û Rûs, tev de du demjimêr kişand û şanda Tirkiyeyê bêyî ku ti daxuyanî li ser encamên gotûbêjên xwe bidin, vegeriyan Enqerê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst