Alexander Schallenberg: Herêma Kurdistanê şirîkekî girîng û pêbawer e

17-02-2024
Nîşan Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê Alexander Schallenberg Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê Alexander Schallenberg got, “Herêma Kurdistanê şirîkekî girîng û pêbawer ê Awisturya û Ewropayê ye.”

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê di roja xwe ya duyem de berdewam dike.

Roja ewil a konferansê (doh) Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê Alexander Schallenberg li Munîhê hevdîtinek kir.

Alexander Schallenberg bi rêya hesabê xwe yê Xê behsa vê hevdîtinê kir û wêneyê xwe û Nêçîrvan Barzanî parve kir.

Alexander Schallenberg di peyama xwe de cihê nearam ê cografî yê Herêma Kurdistanê bi bîr anî û got:

“Tevî cihê xwe yê cografî yê nearam jî Herêma Kurdistanê şirîkekî girîng û pêbawer ê Awisturya û Ewropayê ye.”

Li hêla din, Serokatiya Herêma Kurdistanê dabû zanîn ku di hevdîtina Schallenberg û Nêçîrvan Barzanî de pêwendiyên Awisturyayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re hatine nirxandin.

Serokatiyê da zanîn ku Barzanî û Schallenberg nêrînên xwe yên li ser “şerê li Xezeyê, aloziyên li Rojhilata Navîn, gefên li ser ewlehiya cîhanê û bandora van a xerab” anîn zimên.

Her du aliyan diyar kir ku divê alozî zêdetir nebin û ji bo vê yekê hevkarî were kirin.

Barzanî û Schallenberg ragihand ku her du alî jî dixwazin pêwendiyên Awisturyayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê bi pêş bikevin.

Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê Alexander Schallenberg ragihand ku Awisturya girîngiyeke zêde dide pêwendiyên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re û Nêçîrvan Barzanî vexwend welatê xwe.

Schallenberg piştre jî pirsên nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno bersivandibûn û gotibû, “Êrişa Îranê ya li Hewlêrê nayê qebûlkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst