Fewzî Herîrî: Wezîrê Brîtanyayî got ku ew dê piştgiriya xwe bidomînin

17-01-2025
Nîşan Fewzî Herîrî Luke Pollard Brîtanya Pêşmerge
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê li gel wezîrê nû yê Hêzên Çekdar ên Brîtanyayê civiya.

Fewzî Herîrî da zanîn, "Wezîrê Brîtanyayê got ku em dê di şerê li dijî terorê de hevahengiyên xwe yên li gel Pêşmerge xurttir bikin."

Fewzî Herîrî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku wî wezîrê nû yê Hêzên Çekdar ên Brîtanyayê Luke Pollard behsa piştgiriya Brîtanyayê kiriye.

“Ew dê piştgiriya ji bo Pêşmergeyan bidomînin”

Herîrî diyar kir ku wî ji bo hevkariya Brîtanyayê ya di warê leşkerî û piştgiriya wan a ji bo Pêşmerge û gelê Kurdistanê spasiya wan kiriye û got:

"Wezîrê Hêzên Çekdar ên Brîtanyayê ji min re got ku ew dê piştgiriya ji bo Pêşmergeyan bidomînin û ew li ser aramiya Kurdistanê û herêmê rijd in in û ew dê bi taybetî di şerê li dijî terorê de hevahengiya bi Pêşmerge re xurttir bikin."

“Em rahênanê didin Pêşmergeyan”

Luke Pollard her wiha ji Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê re gotiye:

"Em gelekî tekeziyê li ser pêwendiyên li gel hêzên Pêşmerge û antîterorê yên Herêma Kurdistanê dikin û em rahênanê didin Pêşmergeyan."

Herîrî, destnîşan kir ku wî Luke Pollard vexwendiye Hewlêrê û wî jî di bersivê de jê re gotiye:

"Ez dê di demeke nêzîk de werim Îraq û Herêma Kurdistanê."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst