Ermenistanê komkujiya Êzidiyan xist salnameya xwe ya neteweyî

16-04-2024
RÛDAW
Nîşan Ermenistan Komkujiya Kurdên Êzidî Olivier Decottignies
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Ermenistanê yê Fransayê Olivier Decottignies ragihand ku meclîsa welatî wî bîranîna komkujiya Kurdên Êzidî xiste salnameya neteweyî ya Ermeniyan.

Balyozê Ermenistanê yê Fransayê Olivier Decottignies li ser hesabê xwe yê Xê bi peyameke Kurdî diyar kir ku Ermenistana komkujiya Kurdên Êzidî xiste salnameya neteweyî.

Olivier Decottignies amaje bi wê yekê kir ku komkujiya li hemberî Kurdên Êzidî, komkujiya sala 1915an li hemberî Ermeniyan bîr tîne.

Decottignies di peyama xwe de wiha gotiye:

“Meclîsa Neteweyî ya Ermenistanê bîranîna qirkirina Êzidiyan xiste salnameya neteweyî ya Ermeniyan.

Komkujiya  Êzidiyan komkujî ya Ermeniyan a sala 1915an bîr tîne.

Di vê roja dîrokî de, ez serbilind im li Meclîsa Neteweyî Fransayê nûnertiyê dikim.”

Parlamentoya Ermenistanê êrişa DAIŞê ya 3yê Tebaxa 2014an a li Şingalê û kuştin û revandina Kurdên Êzidî wekî “komkujî” qebûl kiribû.

Ermeniyên cîhanê her sal 24 nîsanê komkujiya li hemberî Ermeniyan hatiye kirin bi bîr tînin.

Li gorî wan ew komkujî sala 1915an bi destê Osmaniyan hatiye kirin û di encamê de nêzîkî yek milyon û nîv kesên Ermenî hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst