Mesrûr Barzanî: Divê dawî li rewşa neyasayî ya li Şingalê were

03-08-2023
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Komkujiya Kurdên Êzidî DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî komkujiya Şingalê bi bîr anî got, “Em piştgiriya xwe ji bo daxwazên rewa yên xwişk û birayên me yên Êzidî dubare dikin û pêwîst e rewşa neyasayî ya li Şingalê bi dawî bibe.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya salvegera komkujiya Kurdên Êzidiyan û êrişa li ser Şingalê peyamek belav kir.

“Pêşmerge destaneke dîrokî tomar kir”

Di peyama xwe de Mesrûr Barzanî got: “Beriya 9 salan terorîstên DAIŞê êrişeke hovane bire ser Şingalê û derdora wê. Bi hezaran kes kuştin û bû sedema windabûn û koçberbûna bi hezaran xelkê wê devêrê.

Em bi rêz û hurmet hemû qurbaniyên vê komkujiyê bibîr tînin. Herwiha em bi rêz xweragirî, qehremanî û qurbanîdana Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi serokatiya Serok Mesûd Barzanî bi bîr tînin, ku wan efsaneya terorîstên DAIŞê şikand û Şingal rizgar kir û destaneke dîrokî tomar kir.”

Mesrûr Barzanî herwiha destxweşî li hemû welatan kir ku wan tawanên DAIŞê yên li hemberî Kurdên Êzîdî bi awayê Komkujiye nas kiriye û got:

“Em hêvîdar in civaka navdewletî alîkariya me bike ji bo kêmkirina êş û azarên xwişk û birayên me yên Êzidî.”

“Rewşa Şingalê hîn jî asayî nebûya”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez kir ku heta niha jî rewşa Şingalê asayî nebûye û got, “Ji ber xweferzkirina neyasayî ya milîs û grupên çekdar, xwîşk û birayên me yên Êzidî nekarîne vegerin cihê xwe û navçeya wan nehatiye avakirin.”

"Pêwîst e rewşa awarte ya li Şengalê bi dawî bibe"

Di beşeke din a peyama xwe de Mesrûr Barzanî anî ziman:

“Di vê bîranînê de, em piştgiriya xwe ji bo daxwazên rewa yên xwişk û birayên xwe yên Êzidî dubare dikin û pêwîst e rewşa awarte ya li Şingalê bi dawî bibe.

Ji bo bi alîkariya Hikûmeta Federal û civaka navdewletî ev navçe bê avedankirin û desthilata navçeyê jî vegere destê xelkê resen ê Şingalê, divê rêkeftina Şingalê were cîbicîkirin û hêzên neyasayî ji herêmê derkevin.

Em bejna xwe li ber şehîdên komkujiya Şingalê û tevahiya şehîdên Kurdistanê ditewînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst