Mesrûr Barzanî û Emmanuel Macron li Parîsê civiyan

16-02-2023
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Emmanuel Macron
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokê Fransayê Emmanuel Macron li Koşka Elysee ya Parîsê hevdîtinek pêk anîn.

Mesrûr Barzanî piştî peywendiyên xwe yên li Îmaratê, îro Pêncşemê tevî şanda xwe çû paytexta Fransayê, Parîsê.

Di hevdîtina Mesrûr Barzanî û Emmanuel Macron de pêşxistina peywendiyên aborî yên Hewlêr û Parîsê û her wiha mijarên ewlehiyê hatin gotûbêjkirin.

Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê li ser hevdîtinê got, “Em bi hev re bûne alîkar ku cîhanê ji DAIŞê biparêzin. Niha em peywediyên bazirganî û veberhênanê ava dikin da ku gelên xwe biparêzin.”

Serokwezîr Barzanî, Fransa wek hevpeymaeke xwedî nêrîneke hevbeş di warê bihêzkirina asayîşa navçe û Ewropayê de bi nav kir.

Fransa endamê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ye û yek ji wan welatan e ku di şerê li dijî DAIŞê de piştevaniya herî zêde dike.

Fransa bi 1000 leşkeran beşdarî Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê bûye, ji sala 2014an ve hezar û 459 êrîşên esmanî li Iraq û Sûriyê pêk anîne û 2 hezar û 251 cihên DAIŞê jinav birine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst