Lûtkeya Bexdayê welatên cîranên Iraqê kom dike

28-08-2021

19:37

Lûtkeya Bexdayê bidawî bû

Lûtkeya Bexdayê taybet bû bi welatên cîranên Iraqê

Îro lûtyeke mezin li Bexdayê birêve çû. Lûtkeya Bexdayê taybet bû bi welatên cîranên Iraqê, lê tenê Sûriyê tune bû.

Ji xeynî welatên cîranên Iraqê, Fransa, Siûdiyê, Misir, Komkara Erebî û hinek welatên din yên Erebî beşar bûn.

Di civînê de Îran, Tirkiye û Siûdiye li ser asta wezîrên derve beşdar bûn. Serokkomarê Misirê, Şahê Urdinê, Mîrê Qeterê û Mîrê Kuweytê di civînê de beşdar bûn.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di lştkeyê de gotarek pêşkêş kir û tekez kir ku Iraq naxwaze bibe meydana yekalîkirina hesabên welatan. 

Berî niha Serokwezîrê Iraqê nameyek ji bo Serokê Sûriyê Beşar Esed bi rêya Serokê Desteya Heşda Şeibî Falih Feyaz şandibû û têde sedemên ne vexwendina Esed zelal kiribû.

Zêdetir bixwîne

19:20

Serokê Misirê û Mîrê Qeterê piştî 4 salan li Bexdayê civiyan

Civîna Serokê Misirê Ebdulfeta Sîsî û Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed el Sanî

Serokê Misirê û Mîrê Qeterê piştî 4 salan di çarçova Lûtkeya Bexdayê de civînek pêk anîn.

Serokê Misirê Ebdulfeta Sîsî û Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed el Sanî îro di çarçova Lûtkeya Bexdayê de civiyan.

Ji sala 2017an ve Misir, Siûdiye û hejmareke welatên peywendiyên dîplomatîk ên li gel Qeterê rawestandine.

Di çarçova Lûtkeya Bexdayê de Serokê Misirê Ebdulfeta Sîsî û Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed el Sanî piştî 4 salan civînek encam dan.

Li gor daxuyaniya Serokomariya Misirê, Sîsî di civînê de tekezî li ser berjewendiyên hevbeş û hevkariyeke rasteqîn a di navbera herdu welatan de kir.

Mîrê Qeterê jî behsa girîngiya seqamgirî û ewlekariya navçeyê kir û xwesta xwe derbirî ku peywendiyên di navbera herdu aliyan de pêş bikevin.

Zêdetir bixwîne

18:03

Îran: Divê welatên navçeyê bi xwe biryarê li ser pêşeroja xwe bidin

Wezîrê Derve yê Îranê Emîr Ebdulahiyan

Îran dibêje pêwîst e welatên navçeyê bixwe biryarê li ser pêşeroja xwe bidin û rola wan li deverê hebe.

Wezîrê Derve yê Îranê Emîr Ebdulahiyan gotara xwe bi Erebî pêşkêş kir got, Îranê di şerê DAIŞê de hevkariya Iraqê kiriye, niha jî piştevaniya yekparçeyiya Iraqê dike û got jî, peywendiyeke aborî ya bihêz di navbera Îran û Iraqê de heye.

Emîr Ebdulahiyan got, “Iraq ku nû ji terorê rizgar bûye niha pêdivî bi nûavakirin û pêşxistina peywendiyên hevkariyê li navçeyê heye, ji ber wê Îran piştevaniya asayîş û aramî û yekparçeiya Iraqê dike.”

Di dewama axaftina xwe de Emîr Ebdulahiyan got, “Herweha Îran amadehiya xwe nîşan dide ku alîkariya Iraqê bike bo ku bikare rola xwe li navçeyê bidest bîne, ji ber wê Îran dixwaze peywendiyên xwe yên du alî bi Iraqê re pêş bixe.”

Wezîrê Derve yê Îranê behsa peywendiyên aborî jî kir û got, “Asta bazirganiya bilind di navbera Iraq û Îranê de heye ku digihêje bêhtir ji 300 milyar dolaran û  8 sinorên fermî di navbera wan de heye û bi rêya wan deriyan pevguhertin bazirganî di navbera herdu welatan de berdewam bû tevî hebûna Coronayê ku ew nîşan dide bîngeheke kûr û berfireh ya aborî di navbera herdu welatan de heye.”

Emîr Ebdulahiyan got, “Îran tekez dike li ser rolan navendî û bingehîn a gelên navçeyê di kongre û diyalogên ku têne sazkirin de.”

Zêdetir bixwîne

17:39

Sîsî: Nabe destwerdan di karûbarê Iraqê de bê kirin

Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî

Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî rexne ji destwerdana welatan di karûbarê Iraqê de rexne kir û got, ew piştevaniya parastina serweriya Iraqê dikin. Sîsî tekez jî kir, ew amade ne peywendiyên xwe yên du alî li gel Iraqê pêş bixin û bo vê mebestê lûtkeya sê alî di navbera Misir, Iraq û Urdinê de hatiye sazkirin.

Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî got, “Misir piştevaniya Hikûmeta Iraqê dike bo bihêzkirina dewleta nîştimanî û saziyên wê heta bikare erkên xwe li hember parastina ewlekariya Iraqê cîbicî bike û parêzgariyê ji yekparçeyê  û samanên Iraqê bike.”

Ebdulfetah Sîsî tekez jî kir, “Herweha Misir hemû destwerdan û destdirêjiyeke ne rewa li ser erda Iraqê ret dike.”

Serokê Misirê daxwaz ji hemû hêzan jî kir, “rêzê li serweriya wî welatê mezin (Iraq) bigrin  û rêzê ji bijardeyên gelê Iraqê bigirin heta Iraq rola xwe hem di asta welatên Erebî û hem navçeyê de bibîne.”

Zêdetir bixwîne

17:18

Sûdiye: Divê Iraq peywendiyên xwe li gel welatên Erebî pêş bixe

Wezîrê Derve yê Sûdiyê Feysel Bin Ferhan

Wezîrê Derve yê Sûdiyê Feysel Bin Ferhan da xuyakirin ku pêwîste Iraq peywendiyên xwe li gel welatên ereb li ser bingeha Îslamê kûr bike ku ew yek dibe sedema parastin aramiya Iraqê.

Feysel Bin Ferhan got, Sûdiye piştevaniya xwe tekez dike li ser pabendbûn bi parastina aramî û asayîşa Iraqê,  “ji ber ku bo parastina ewlekarî û geşekirina navçeyê, divê Iraq aram û xwedî serwerî be û siyadeya wê bê parastin.”

Wezîrê Derve yê Sûdiyê got, “Ew yek jî girêdayî bi peywendiyên kur yên Iraqê li gel welatên erebî ye li ser bingeha ola Îslamê.”

Di dewama gotinên xwe de Feysel Bin Ferhan, dibêje, “Ji ber wê Sûdiye piştevaniya xwe bi hikûmeta Iraqê nîşan dide ku serkeftî be di pêşvebirina Iraqê de.”

Feysel Bin Ferhan got, “Herwiha Sûdiye piştevaniya hewlên navdewletî dike bo hevkarîkirina Iraqê û bidestanîna daxwaziyên welatiyuên wê.”

Zêdetir bixwîne

16:36

Macron: Divê rewşa Êzidîyên Şingalê bê başkirin

Emmanuel Macron

Serokê Fransayê Emmanuel Macron di dema pêşkêşkirina gotara xwe ya di nava Lûtkeya Bexdayê de got, wê piştevaniyên Fransayê yên ji bo rûbirûbûna terorê berdewam bin ku ji bo Iraqê jî girîng e.

Macron behsa Şingalê jî kir û ragihand ku Şingal navçeyek e ku Iraqiyan gelek axaftin li ser kirine û Kazimî bixwe jî serdana wê kiriye, lewra heya niha jî bi sed hezaran xelkê Êzdî koçber in û di vê mijarê de wan li gel Nadiye Mûrad jî kar kiriye.

Macron dibêje, rewşa ku niha Êzdî tê de ne, cîhê xemgîniyê ye, lewma jî divê di wê kongreyê de hinek biryar jî bêne dayîn ku rewşa Êzidîyan pê baştir bibe.

Tevahiya nûçeyê...

Zêdetir bixwîne

16:03

Kazimî: Em qebûl nakin axa Iraqê ji bo pevçûnên herêmî were bikaranîn

Mistefa Kazimî

Serokwezîr Iraqê Mustafa Kazimi axaftina vekirina lûtkeyê kir û got “Ev lûtkeya ku îro li Bexdayê tê kirin vîzyona têkiliyên ku Iraq dixwaze bi welatên din re çêbike nîşan dide.”

Kazimî diyar kir ku Iraq di demên berê de bi pirsgirêk û xetereyên cihêreng re rû bi rû maye û dibêje “Kanferansa Bexdayê perspektîfa me ya ji bo pêşxistina têkiliyên herî baş bi cîhanê re nîşan dide. Gelê Iraqê bi piştgiriya navdewletî terorê têk bir.”

Kazimî wiha berdewam kir “Weke Iraq, em qebûl nakin axa me bibe qada êrîş, pevçûnên herêmî û navneteweyî. Di rojên derbasbûyî de min serdana herema Şingalê ya girêdayî Mûsilê kir. Li Şingal û her derê welatê me tevî hemû metirsiyan, em dixwazin jiyanê vegerînin rewşa normal. Em careke din venagerin şer û aloziya bi welatên cîran û dost. Di navbera me de gelek warên hevkariyê hene. Neyeta pak û hevkarî ji bo herêma me û aştiya cîhanê girîng e.

Kazimi diyar kir ku wan li Iraqê derî ji bo veberhênana biyanî ya navneteweyî vekiriye û wiha berdewam kir “Dema ku me hikûmet girt ser milê xwe, me soz da gelê xwe ku Iraq dê rola xwe ya pêşeng li herêmê bi dest bixe. Em qebûl nakin ku axa Iraqê wek meydana pevçûnên heremê bê bikaranîn. Hemû şêweyên terorîzm û tundrewiyê li her kesî gef e. Em daxwaz ji civaka navdewletî dikin ku piştgiriya hilbijartinên dahatî yên Iraqê bike.

Zêdetir bixwîne

15:45

Çavuşoglu daxwazek ji welatên navçeyê kir

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu weke nûnerê Tirkiyê beşdarî Lûtkeya Bexdayê bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu weke nûnerê Tirkiyê beşdarî Lûtkeya Bexdayê bûye û Çavuşoglu di gotara xwe de, zêdetir behsa şerê li dijî PKKê kir.

Mevlut Çavuşoglu got, heya ewlekarî nebe, aborî jî nabe û ev yek jî dibin sedem ku aramî çênebe.

Çavuşoglu dibêje, niha gefa herî mezin a li ser navçeyê rêxistinên terorî ne, lewma jî divê welatên dost û cîranên Tirkiyê di şerê li dijî PKKê de piştevaniya Tirkiyê bikin û got, eger Iraq di şerê li dijî PKKê de piştevaniya Tirkiyê bike, wê Tirkiye jî bi hemû awayî piştevaniya Iraqê bike.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê diyar kir, “Heya ewlekarî nebe, geşepêdana aborî nabe. Heya aboriyek nebe, aramiyekî berdewam nayê bidestxistin. Li navçeya me jî, gefa herî mezin terorîzm e. Divê bêyî dudilî, em li dijî terorîzmê karbikin ku li ser ewlekariya navçeyê gef e. Nabe ku di pêşeroja navçeya me û ya Iraqê de cîhê terorîzmê hebe.”

Mevlut Çavuşoglu got, “Em weke welatek ku bi awayekî hemwext li dijî PKK, YPGê, DAIŞê û Tevgera Gulen têdikoşin, em rûyê tarî yê terorê baş dizanin. Rêxistinên terorî yên weke PKK, YPG û DAIŞ, li ser ewlekariya navçeyê jî gef in. Careke din dixwazim bêjim ku em ti caran hebûna PKKê ya li Iraqê qebûl nakin.”

Çavuşoglu diyar kir, “Em ji welatên dost û cîran dixwazin ku di şerê li dijî van rêxistinên terorî de piştevaniya Tirkiyê bikin. Em weke Tirkiye amade ne ku bi hemû awayî piştevaniyê pêşkêşî Iraqê bikin ku bi me re şerê vê rêxistina terorî bike ku li ser Iraqê bi xwe jî gef e. Lê ji bo ku têkoşînekî baş li dijî terorê bê kirin, divê beriya her tiştî seqamgîriya siyasî hebe.”

Zêdetir bixwîne

15:18

Şahê Urdinê: Em piştevaniya parastina Iraqê dikin

Şahê Urdinê Şah Ebdulahê Duyem

Şahê Urdinê Şah Ebdulahê Duyem di gotara xwe ya di Lûtkeya Bexdayê de ragihand ku ew pishtevaniya aramiya Iraqê dike ji ber ku eger Iraq bihêz be wê bibe yek ji baskên sereke bo parastin û geşekirina navçeyê. 

Şah Ebdulahê Duyem got, “Em spasiya xwe û piştevaniya  xwe bo hikûmeta Iraqê nîşan didin ku di salên borî de bo rûbirûbûna tundrewiyê û terorê encam daye.”

Şahê Urdinê amaje bi wê jî kir, hikûmeta Iraqê “hewl daye ku welat ava bike û biparêze,  em tekez dikin asayîş û aramiya Iraqê ji bo asayîş û aramiya me hemûyan giring e.”

Şah Ebdullah tekez jî kir, “Iraqeke bihêz dibe yek ji baskên bihêz ên geşekirina aboriya navçeyê  , û avakirina jîngeheke baş bo hevkariya di navbera welatên navçeyê de .”

Herwiha Şahê Urdinê behsa girîngiya Lûtkeya Bexdayê jî kir û got, “Sazkirina vê kongreyê di deme ke giring de ye ku niha guhertinê mezin li navçeyê rû dibin û em ê bale bikişînin ser wan guhertinên ewlekariyê ku hene.”

Zêdetir bixwîne

14:22

Lûtkeya Bexdayê welatên cîranên Iraqê kom dike

-

Hewlêr (Rûdaw) - Şemî rojeke qerebalix bû bo Firokexaneya Bexdayê. Serok, serokwezîr, şah, mîr û wezîrên welatên deverê û cîhanê çûn paytexta Iraqê daku beşdarî Lûtkeya Bexdayê bibin. Serokê Fransayê di civîna çapemeniyê ya hevbeş de ligel Serokwezîr û Serokkomarê Iraqê, derbarê zêdebûna gefa DAIŞê de hişyarî da.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron got “Rêxistina DAIŞê di sala 2017an de ji ber wêrekiya hêzên emnî yên Iraqê û bi piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletî hat jinavbirin, lê em hemû dizanin ku nabe em asta hişyariya xwe kêm bikin, ji ber DAIŞ wek gef maye. Dizanim ku şerê dijî vê grûpa terorîst yek ji karên destpêkê yên hikûmeta we ye. Dixwazim tekezê li ser pêbendbûna Fransayê bi piştîvaniya Hevpeymaniya Navdewletî bikim.”

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, di heft mehên yekem ên îsal de DAIŞê li navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê 134 êrîş kirine û di encam de 240 kesan canê xwe ji dest dane û 190 kesên din jî birîndar bûne. Serokwezîrê Iraqê di civîna hevbeş a çapemeniyê de ligel Macron, li ser amadebûna welatê xwe bo rûbirûbûna gefên DAIŞê rawestiye.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî dibêje “Di vê konferansê de, Iraq û Fransa wek du hevbeşên serekî yên şerê dijî DAIŞ û terorê beşdar in. Ev hevbeşî bêguman berdewam dibe bo berevanîkirina li behayên demokrasiyê di ezmûna nû ya Iraqê de.”

Lûtke di demekê de ye, zêdeyî çar meh e Tirkiyê operasyoneke serbazî bo ser wan navçeyên parêzgeha Duhokê daye destpêkirin ku PKK li wan deran e; ev mijar gelek caran wiha tê nirxandin ku Enqere rêzê li serweriya Iraqê nagire. Serokkomarê Iraqê dibêje, piştgirîkirina serwerî û serbixweyiya Iraqê dibe hevkar di rûbirûbûna grûpên radîkal de û di berjewendiya jiyaneke xweş û asayîşa hemû navçeyê de ye.

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih got “Gelek astengiyên mezin di navbera Iraq û welatên navçeyê de hene ku divê em bi hevre rûbirûyê wan bibin. Piştgiriya civaka navdewletî, Fransaya heval û welatên din ên cîhanê girîng e bo pêşhatên navçeyê daku ji aramî, aştî û bihêzkirina bihevre karkirina aborî piştrast bin.”

Iraq ku demeke dirêj e bûye meydana milmilaneya welatên navçeyê, bi komkirina Îran û welatên Erebî di vê konferansê de, dixwaze wek navbênkar rola xwe bibîne û wan ber bi aştiya li navçeyê teşwîq bike.

Zêdetir bixwîne