Fransayê ji bo girtina Beşar Esed biryar derxist

15-11-2023
RÛDAW
Nîşan Fransa Beşar Esed Biryara Girtinê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fransayê ji bo girtina Serokê Sûriyeyê Beşar Esed biryara navdewletî derxist.

Li gorî medyaya Fransî, dadgeha Fransayê biryara girtina Beşar Esed û 3 fermandarên leşkerî yên Sûriyeyê derxistiye.

Li gel Esed biryara girtinê ji bo Mahir Esed birayê Beşar Esed, general Xasan Ebas û Besam Hesen hatiye derxistin.

Medyaya Fransî aşkere kiriye ku, Beşar Esed  û her sê fermandarên din bi tawanên şer û bikaranîna çekên kîmawî li dijî xelkê wî welatî tên tohmetbarkirin.

Di êrişên Tabaxa 2013an de li çekên kimyewî hatibûn bikaranîn û di encamê de zêdetirî hezar û 400 kesî li nêzikî Şamê hatibûn kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst