Sekreterê Giştî yê NATOyê: Piştgiriya me ya li Herêma Kurdistanê dê berdewam bike

15-02-2025
RÛDAW
Nîşan Mark Rutte Nêçîrvan Barzanî NATO Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte re civiya.

Mark Rutte ji Nêçîrvan Barzanî re eşkere kir ku dê piştgiriya wan a li Herêma Kurdistanê berdewam bike.

Nêçîrvan Barzanî bi rêya hesabê xwe yê Xê kêfxweşiya xwe ya ji ber dîtina Sekreterê Giştî yê NATOyê anî zimên.

Serokê Herêma Kurdistanê li ser Xê got, "Me behsa xurtkirina hevahengiya di navbera Îraq û NATOyê, pêşketinên ewlehiyê yên li herêmê, metirsiyên berdewam ên DAIŞê û girîngiya berdewamkirina hevahengiyê ya di warê çareserkirina astengiyên ewlehiyê yên herêmê kir."

Serokatiya Herêma Kurdistanê jî li ser civînê daxuyaniyek belav kir û û diyar kir ku Nêçîrvan Barzanî ji bo piştgiriya NATOyê ya di warê xurtkirina şiyanên parastinê yên hêzên Pêşmerge spasiya NATOyê kir.

“Hevkariya bi Herêma Kurdistanê re gelekî girîng e”

Serokê Herêma Kurdistanê tekezî bi girîngiya berdewamkirina vê piştgiriyê ji bo parastina aramî û ewlehiyê ya li herêmê kir.

Li gorî daxuyaniyê Mark Rutte soza NATOyê ya ji bo berdewamkirina piştgiriya Îraq û Herêma Kurdistanê ducare kir.

 Sekreterê Giştî yê NATOyê her wiha ji bo misogerkirina ewlehî û aramiya Îraqê û rûbirûbûna metirsiyên terorîstî yên li herêmê amaje bi girîngî û hevkariyê li gel Herêma Kurdistanê kir

Doh 61emîn Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê dest pê kir; konferans platformek e ji bo gotûbêjkirina mijarên sereke yên ewlehî û siyaseta derve û dê heta 16ê Sibatê, bi beşdariya beşeke mezin a serkirdeyên Rojhilata Navîn, Ewropa û cîhanê berdewam dike.

Mijarên sereke yên konferansê nirxandina agirbestê li Xezeyê, rawestandina şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê û rewşa Sûriyeyê ne.

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) îsal cara 61ê di navbera 14-16ê Sibatê de tê lidarxistin.

Di rojeva konferansê de “plana aştiyê ya Donald Trump a ji bo Ukraynayê” û “rewşa Rojhilata Navîn” dê cih bigirin.

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) dê di warê ewlehî û siyaseta derve de bibe mezûvana nîqaşên girîng ên cîhanî.

MSC yek ji konferansên herî girîng ên ewlehiyê yên cîhanê ye û cara ewil sala 1963yan hatibû lidarxistin.

Her sal bi sedan rêberên girîng ên cîhanê beşdarî vê konferansê dibin û pirsgirêk û gef û metirsiyên ewlehiyê yên cîhanî dinirxînin.

Konferans di nêzîkirina perspektîvên cuda û zêdekirina baweriya di navbera welatan de roleke girîng dilîze.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst