Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Kuwêtê li Munîhê civiyan

17-02-2024
Nîşan Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê Nêçîrvan Barzanî Îlham Aliyev Wezîrê Karên Derve yê Kuwêtê Ebdula Elî Yehya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li Munîhê bi Wezîrê Karên Derve yê Kuwêtê Ebdula Elî Yehya re hevdîtinek kir.

Hevdîtinên Nêçîrvan Barzanî yên di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de berdewam dikin.

Nêçîrvan Barzanî doh bi gelek lîder û siyasetmedaran re hevdîtinên girîng kiribûn.

Serokê Herêma Kurdistanê, îro jî piştî Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev bi Wezîrê Karên Derve yê Kuwêtê Ebdula Elî Yehya re civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku “bipêşxistina pêwendiyên Kuwêtê yên bi Herêma Kurdistanê re” û “berfirehkirina pêwendiyên her du aliyan” hatin niraxandin.

Nêçîrvan Barzanî û Elî Yehya li ser ewlehî û aramiya herêmê axivîn û wan diyar kir ku “Divê aramî û ewlehiya Îraqê were parastin.”

Dîsa çend babtên wekî “pişka budceyê ya Herêma Kurdistanê” û “hilbijartinên Herêma Kurdistanê” hinek mijar bûn ku hatin rojeva civîna Barzanî û Elî Yehya.

Gelek lîderên cîhanê, pisporên ewlehiyê û siyasetmedar dê di navbera 16 û 18ê Sibatê de tevî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bibin ku cara 60î ye tê lidarxistin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî yek ji wan kesan e ku dê tevî konferansê bibe û ew doh çû Munîhê.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku dê Nêçîrvan Barzanî bi gelek serok, serkirde û siyasetmedaran re bicive.

Hevdîtinên Roja Yekem

Nêçîrvan Barzanî roja ewil a konferansê (16 Sibat) bi hinek kesayetên wekî Serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Mitsotakis, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û Serokwezîrê Qeterê Mihemed Bin Ebdulrehman Bin Casim el Sanî re hevdîtinên girîng kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê doh di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Munîhê de bi şandeyeke Amerîkayê ya bi pêşengiya Senator Don Sull, Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê Grant Shapps, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîra Dewletê ya Almanyayê ya Kurûbarên Parastinê Siemtje Moller, Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê Alexander Schallenberg û Wezîrê Dewletê ya Almanyayê yê Kurûbarên Derve Tobias Lindner re jî hevdîtin kirin.

Hevdîtinên Roja Duyem

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Munîhê de îro bi Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev re hevdîtinek kir û Aliyev ew vexwend Konferansa Guherîna Keşûhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP29) ku îsal li Azerbaycanê tê lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst