Jineke Kurd berbijêra herî bihêz a Serokwezîrtiya Holendayê ye

14-08-2023
RÛDAW
Nîşan Holenda Dîlan Yeşîlgoz Serokwezîr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dîlan Yeşîlgoz piştî ku bû seroka giştî ya partiya desthilat û ya herî mezin a Holendayê, nêzîkî bidestxistina Serokwezîrtiya Holendayê ye.

Dîlan Yeşîlgoz bi eslê xwe ji Dêrsima Bakurê Kurdistanê ye.

Eger di hilbijartinên mijdarê de partiya wê piraniya kursiyan bi dest bixe, dê bibe Serokwezîra Holendayê.

Dîlan Yeşîlgoz herwiha dê bibe yekem Kurda ku di dîrokê de serkirdayetiya welatekî Ewropayê bike.

Partiya Gel a Azadî û Demokrasiyê (VVD) li ser malpera xwe belav kiriye ku Dîlan Yeşîlgoza 46 salî ya niha Wezîra Karbirêker a Dadê ya Holandayê ye, bû seroka partiyê.

VVDyê herwiha diyar kir ku dê Dîlan Yeşîlgoz 3 mehên din di hilbijartinên parlamentoyê de serokatiya lîsteya wan bike.

Ev biryar piştî wê yekê hat dayîn ku Serokwezîrê Karbirêker ê Holandayê û Serokê berê yê VVDyê Mark Rutte gotibû ku dê dev ji siyaseta çalak berde.

“Serbilindiyeke mezin e”

Dîlan Yeşîlgozê jî li ser tora civakî "X"ê (Twittera berê) nivîsiye:

“Ji bo min serbilindiyeke mezin e ku bibim Serkirdeya Partiya VVDyê. Spas ji bo wê baweriyê!

Ez dê niha bi enerjiyeke zêdetir bixebitim. Gelek kar hene ku bikim.”

Dîlan Yeşîlgozê berê gotibû ku ew hêvî dike dê Holendayê bike welatekî “bihêztir, xweragirtir, silamettir, xweşguzerantir û amade ji paşerojê re”.

Dîlan Yeşilgoz berê Wezîra Karbirêker a Karûbarên Aborî û Siyaseta Keşûhewayê bû.

Yeşîlgoz, çend mehan jî endama Encûmena Nûneran a Holandayê bû.

Dîlan Yeşîlgoz kî ye?

Dîlan Yeşîlgoz sala 1977an li Enqereya paytexta Tirkiyeyê ji dayik bûye. Malbata wê ji parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ye.

Ew di 8 saliya xwe de çûye Holendayê. Berê di demên cuda de endama çalak a Partiya Kesk, Partiya Sosyalîst û Partiya Kar a Holendayê bû.

Herî dawî jî çû nav Partiya Gel a Azadî û Demokrasiyê (VVD).

Li Holendayê çi diqewime?

Hikûmeta Holandeyê ya bi serokatiya Serokwezîr Mark Rutte 7ê Tîrmeha îsal îstifa kir.

Rutte gotibû, danûstandinên di navbera çar partiyên hevpeymanên hikûmetê de li ser polîtîkaya koçberiyê xitimîne.

Serokê wê demê yê partiya nîv-rastgir Rutte herwiha gotibû, “Ne tiştekî bidizî ye ku li ser siyaseta koçberiyê di navbera partiyên hevpeymanên hikûmetê de nerînên cuda hene.”

Ew kabîneya çaremîn bû ku ji aliyê Rutteyê 56 salî ve ji sala 2010an ve dihat ragihandin.

Kabîneya wî ya dawî, Kanûna Paşîn a 2022an piştî neh meh danûstandinan hat pêkanîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst