Holenda: Kesên demekê di girtîgehê de dimînin, mafê mayînê bi wan nayê dayîn

13-07-2024
Hêmin Ebdullah
Wêneyê Cadeyeke Holendayê \ Wêne Rûdaw
Wêneyê Cadeyeke Holendayê \ Wêne Rûdaw
Nîşan Holenda Encûmena Pîran a Holendayê Dîaspora
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Li Holendayê hikûmeta nû ya rastgir planên xwe yên koçberiyê bicih dike.

Vê hefteyê, Encûmena Pîran a Holendayê yasayeke li ser koçberên ku sûc kirine, sererast kir.

Li gorî sererastkirina nû her kesê bi sedema sûcê here zindanê mafê wî yê mayîna herdemî li Holendayê namîne.

Li gorî qanûnên Holendî û Ewropayî, her kesê ku mafê wî yê mayînê yê demkî heta demeke destnîşankirî hebe, divê piştî vê bi rengekî otomatîk veguhere mafê mayîna herdemî.

Ji niha û bi şûn de ev yasa kesên sûcdar li xwe nagire.

Tewra ger ew kes li Holendayê jî ji dayik bûbe û hîn jî nebûbe xwedî welatîname dibe ku bi rêya vê sererastkirina nû mafê wî yê mayînê bibe demkî û kengî sûcekî nû kir ji Holendayê bê dersînorkirin.

Li salên borî, partiyên rastgir bi berdewamî pergala welatê xwe rexne dikir.

Li gorî gotina wan koçber di girtîgehê de wek mêvanên otêla pênc stêrk tên muamelekirin û dema ji girtîgehê derdikevin jî hemû mafên wan parastî ne.

Bi vê sererastkirinê re derî dersînorkirin û standina mafan ji kesên sûcdar re tê vekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst