Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Îsraîlê Bendera Laziqiyê û derdora Derayê bombebaran kirin.
SOHRê diyar kir ku heta niha Îsraîlê 500 êriş li nav axa Sûriyeyê pêk anîne.
Hat zanîn ku balafirên şer ên Îsraîlê îro derdora saet 04:00an êrişî Lîwaya 110an a li benderê Laziqiyê kirin.
Heta niha Ajansa fermî ya Sûriyeyê (SANA) li ser vê mijarê ti daxuyanî nedaye lê hat ragihandin ku di êrişê de mirî û birîndar hene.
Îsraîl, ji 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an ve êrişî xalên leşkerî, cebilxane û cihên ku amûrên leşkerî yên ji rejîma Beisê ya rûxiyayî tê de ne dike.
Di êrişa Îsraîlê ya li ser gundê Kuwayye yê Derayê jî herî kêm 6 kes mirin.
Artêşa Îsraîlê îdia kir ku pevçûnê piştî ku hin komên çekdar êrişî wan kiriye dest pê kiriye.
Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê ragihand ku di êrişa Îsraîlê ya gundê Kuwayye de herî kêm 6 kes mirine.
Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe ya doh de got ku êriş piştî ku hin komên çekdar êrişî hêzên Îsraîlê kirine pêk hatiye lê diyar nekir bê ka di dema êrişê de hêzên Îsraîlê li ser axa Sûriyeyê bûne yan na.
Di daxuyaniyê de behsa mirî û birîndaran nehat kirin lê hat gotin di êrişê de ew gihiştine armancên xwe.
"Li axa xwe xwedî derkevin"
Li aliyê din Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê li ser êrişên Îsraîlê yên li Sûriyeyê daxuyaniyek belav kir û êrişên Îsraîlê şermezar kir.
Wezaretê da zanîn ku êrişên Îsraîlê binpêkirina eşkere ya serweriyê ye û xwest êrişên Îsraîlê yên dijî axa wan bikevin bin lêpirsîneke navneteweyî.
Wezaretê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got:
"Em bang li gelê Sûriyeyê dikin ku li axa xwe xwedî derkevin û hewldanên koçberkirina bi zorê yan sepandina rejîmeke nû red bikin.
Em tekeziyê dikin ku ev êriş nikarin gelê Sûriyeyê ji parastina maf û axa xwe paşve bixin."
Îsraîlê leşkerên xwe birin deriyê Şamê
Piştî rûxandina rejima Beşar Esed û hatina Ehmed Şer a ser desthilata Sûriyeyê Îsraîlê bi sedan êrişên hewayî li ser navendên leşkerî yên Sûriyeyê pêk anîn.
Îsraîlê leşkerên xwe şandin herêma tampon a başûrû Sûriyeyê û ser sînorê Sûriyê û Libnanê û hêzeke zêde jî li nêzîkî Şamê bi cih kiriye.
Artêşa Îsraîlê îdia kir ku ew dê pêşiya her gefeka Sûriyeyê bigirin. Rêveberiya nû ya Sûriyeyê jî ragihand ku ew naxwaze eniyekê li dijî Îsraîlê veke.
Berê jî artêşa Îsraîlê ragihandibû ku êrişî baregehên leşkerî yên li ser Tedmûr û T4 yên Sûriyeyê kirine.
YE: Ev êriş ne pêwîst in
Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Kaja Kallasê roja sêşemê hişyarî da ku êrişên Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê aloziyên nû bi xwe re tînin.
Kallasê piştî civîna bi Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar re di konferansa rojnamegeriyê de diyar kir ku wan kiryarên Îsraîlê gotûbêj kirine.
Kallasê got, "Em (YE) bawer dikin ku ev êriş ne pêwîst in, ji ber ku Sûriye niha êrişî Îsraîlê nake."
Wezareta Karên Derve ya Urdunê jî roja sêşemê li ser êrişên Îsraîlê yên li Sûriyeyê şermezar kir û diyar kir ku ew êriş li herêmê dibe sedema zêdebûna aloziyan.
Netanyahu: Divê başûrê Sûriyeyê were bêçekkirin
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu dixwaze hêzên Sûriyeyê yên başûrê Sûriyeyê û nêzîkî Girên Golanê çekên xwe deynin.
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyeyê Geir Pedersen jî roja sêşemê ji Konseya Ewlehiyê re eşkere kir ku ew ji daxuyaniyên Îsraîlê yên derbarê mayîna li Sûriyeyê bêçekkirina tevahiya başûrê Sûriyeyê dilgiran e.
Serokkomarê Sûriyeyê û Serokê Heyeta Tehrîr El Şamê Ehmed Şer di destpêka Adarê de di civîna Lûtkeya Welatên Erebî ya li Qahîreyê de bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li Îsraîlê bikin da ku leşkerên xwe yên li başûrê Sûriyeyê bi lez vekişîne.
Li gorî Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), artêşa Îsraîlê 500 êrişên hewayî li ser Sûriyeyê pêk anîne.
SOHRê da zanîn ku artêşa Îsraîlê di navbera 8ê Kanûna Pêşîn û 31ê Kanûna Pêşîn a 2024an de zêdetirî 500 êrişên hewayî li Sûriyeyê pêk anîne û îsal heta niha 21 êrişên belgekirî kirine.
Piraniya êrişên Îsraîlê li ser wan baregeh û cebilxaneyane ku di destê hêzên desthilata rûxiyayî de bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse