Koçberekî Kurd li kolanên Îrlandayê bê çare maye

14-06-2023
Ferdî Sak
Koçber li Îralandayê di şert û mercên dijwar de dijîn û li kolanên Dublînê kon vedane.
Koçber li Îralandayê di şert û mercên dijwar de dijîn û li kolanên Dublînê kon vedane.
Nîşan Kurd Koçber Koçberên Kurd Îrlanda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmarek koçber li pêşiya ofîsa navdweletî ya parastinê li paytexta Îrlandayê bajarê Dublînê konên xwe vedane, ji ber ku şiyana hikumetê nemaye ku cihê manê ji bo wan koçberan dabîn bike, ji ber wê jî ew neçar in li kolanan bimînin. Yek ji wan koçberan kurdekî Başûrê Kurdistanê ye.

Serperiştê Encûmena Koçberên Îrlandayê, Nik Hundersin derbarê rewşa wan koçber û penaxwazan de dibêje: “Li cihên din ên Ewropayê jî ev yek çêdibe. Bo mînak li Hollanda, Belçîka, Fransa û bajarekî wekî New Yorkê jî. Sedema çêbûna vê yekê li Îrlandayê hejmara zêde ya koçberan e.”

Bi şevan pileya germayê bo nêzîkî 10 pileyên sîlîzî dadikeve û car caran baran jî dibare.

Yek ji wan koçberan xelkê Başûrê Kurdistanê ye, ku nexweş ketiye û derfet û şiyana wî nîne ku xwe derman bike.

Hemwelatiyê ji Başûrê Kurdistanê navê wî Seîd Mewlûd e û dibêje: “Ez niha nexweş im. Belê niha gelek nexweş im. Dixwazim biçim û pizîşk bibînim, ji ber ku bi şevan cadde gelek sar in û ez dicemidim. Hewa gelekî sar e.”

Li gor Rêveberiya Xanûberan a Îrlandayê niha 593 koçber li kolanan dimînin û bi giştî jî 11 hezar û 754 kes bê mal û hal in.

Di çarêka yekem a îsal de, 19 hezar û 874 koçber li Îrlandayê hatine tomarkirin. Li gor sala 2018an ew hejmar bi rêjeya ji sedî 266 zêde bûye.

Tê gotin ku sedema sereke ya vê rewşê jî wernegirtina penaberan ji aliyê Brîtanyayê ve û çûna hejmareke welatiyên Ukraynî bo wî welatî ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst