3 endamên herî girîng ên kabîneya Trump alîgirên Kurdan in

13-11-2024
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Marco Rubio Pete Hegseth Kurdistan Amerîka Michael Waltz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê hatin kirin û Donald Trump li hemberî Kamala Harrisê bi ferqeke zêde bi ser ket.

Trump hîn sond nexwariye û bi awayê fermî neçûye Koşka Spî lê wî hêdî hêdî dest bi avakirina peykerê kabîneya xwe kiriye.

3 endamên herî girîng ên kabîneya Trump berî niha piştgiriya xwe ji bo Kurdan û Herêma Kurdistanê ragihandibû.

Namzedê Wezîrê Karên Derve Marco Rubio

Marco Rubio ji sala 2011ê ve senatorê Floridayê ye. Ew sala 1971ê ji dayik bû û sala 2016an di hilbijartinên serokatiyê de xwest bibe namzed lê bi ser neket.

Rubio li dijî Çînê ye, alîgirê Îsraîlê ye û rexnegirê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin e.

Sala 2019an dema ku leşkerên Amerîkî bi fermana Trump ji Girê Spî Serê Kaniyê vekişiyan, Rubio li ser Twitterê (Xa niha) nivîsî:

“Ez hêrsa Kurdan fam dikim ku rastî gef û êrişên hêzên Tirkiyeyê hatine lê hêzên Amerîkayê ne layîqî êrişê hêjayî spasiyê ne.

Wan biryara vekişînê nedaye, ferman ji wan re hatiye.”

Rubio piştî kuştina fermandarê berê yê Supaya Qudsê ya Pasdarên Îranê Qasim Silêmanî û lihevkirina Parlamentoya Îraqê ya ji bo vekişandina hêzên Amerîkî got:

“Dibe ku dema Kurdistaneke bi temamî serbixwe be li wê herêma niha ya bakurê Îraqê.”

Namzedê Wezîrê Parastinê Pete Hegseth

Pete Hegsethê 44 salî berê leşkerekî Amerîkî bû ku paşê ket cîhana medya û televîzyonê.

Ji sala 2014an ve ew di Fox Newsê ya kanala siyasî ya nêzîkî Trump de pêşkêşkar e. Niha ew namzedê herî bihêz e ku rêberiya artêşa herî bihêz a cîhanê dike.

Donald Trump got:

“Dema Pete li ser kar be dijmin dê hişyar bin.”

Pete Hegseth li dijî Îranê û alîgirê Îsraîlê ye lê li ser Kurdan çi difikire?

Pete Hegseth sala 2020î di gotûbêjeke televizyonî de li ser bandora kuştina Qasim Silêmanî anî ziman:

“Eger Îraqî naxwazin artêşa Amerîkî bimîne, em dikarin li gel hevpeymanên xwe yên din bixebitin, wekî Kurdan.”

Pesendkirina namzedên kabîneyê pêwîstî bi dengdana Senatoyê heye ku Komariyan di hilbijartinên 5ê mehê de piranî ji Demokratan standin.

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê Michael Waltz

Michael George Glen Waltz sala 1974an ji dayîk bû û di artêşa Amerîkayê de xwedî pile ye.

Ji sala 2019an ve, Waltz endamê Meclisa Nûneran a Amerîkayê ye.

Ji aliyê Serokê hilbijartî yê Amerîkayê ve wekî Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî hat destnîşankirin.

Karê bingehîn ê Waltz ew e ku bi pirsgirêkên siyaseta derve re mijûl bibe ku di nav wan de şerên li Xeze, Ukrayna û Libnanê hene.

Waltz bi helwesta xwe ya tund a li dijî desthilatdariya 20 salan a Tirkiyeyê tê naskirin û her wiha li dijî Çînê ye jî.

Waltz sala 2019an li dijî vekişîna hêzên Amerîkayê ya ji Rojavayê Kurdistanê derketibû û gotibû:

“Eger em hêzên xwe ji Sûriyeyê vekişînin em nikarin şerê DAIŞê bikin.

Divê Amerîka pêşengiya şerê li dijî DAIŞê û tundrewan bike.

Heger wiha neke, em bi metirsiya vejîna DAIŞê re rû bi rû ne ku dê herêm, Amerîka û cîhanê jî bixe xeterê.”

Waltz meha Hezîrana 2023yan li ser Xê nivîsî:

“Ez Serokwezîrê Îraqê teşwîq dikim ku tavilê Peymana Bexda-Hewlêrê ji bo hinardekirina petrola Kurdistanê ya ji Herêma Kurdistana Îraqê bi cih bîne.”

Waltz meha Îlonê di nameyekê de ji Biden re gotibû:

“Hikûmeta Herêma Kurdistanê wekî yek ji hevkarên herî pêbawer ên Amerîkayê li Rojhilata Navîn xizmet kiriye lê hîn jî di warê aborî de tê xeniqandin û di warê siyasî û yasayî de jî di bin zextê de ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst