Marco Rubio: Parastina Kurdan di berjewendiya Amerîkayê de ye

6 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Marco Rubio Amerîka Kurd HSD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Marco Rubioyê ku tê payîn dê bibe wezîrê karên derve yê Amerîkayê, diyar kir ku li Sûriyeyê piştgiriya ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) berdewam bike.

Rubioyê ku ji aliyê Donald Trump ve wekî wezîrê karên derve hatiye pêşniyarkirin, di çarçoveya pêvajoya erêkirina namzediya wî ya li Senatoyê de tevlî rûniştina Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoyê bû û bersiva pirsên senatorên Amerîkî da.

Rubio li ser pirsa Senatorê Demokrat Chris Van Hollen a ku gelo ew piştgiriya Amerîkayê ya ji bo hêzên HSDyê diparêze yan na, got:

"Bê guman. Ez bawer dikim divê em bi zelalî qebûl bikin ku dê encamên terikandina hevalbendên me hebe ku bi fedakarî û di bin tehdîdê de çekdarên DAIŞê girtin.

Yek ji sedemên ku me karî DAIŞê têk bibin ew bû ku ew amade bûn DAIŞiyan di girtîgehan de ragirin ku ev jî ji bo wan tehdîdeke mezin a kesayetî bû."

"Parastina Kurdan di berjewendiya Amerîkayê de ye"

Rubio diyar kir ku rewşa ne zelal a li Sûriyeyê dikare bibe derfet jî û got:

"Lê eger mumkin be, hebûna Sûriyeyeke ku êdî ne qada lîstikê ya DAIŞê be ku rêzê li kêmîneyên olî bigire, di nav wan de Xirîstiyan jî, Kurdan biparêze û ne amûreke ku Îran bi rêya wê terorê xwe bigihîne Hizbulahê û li Libnanê bêîstiqrar bike be di berjewendiya neteweyî ya Amerîka û hema hema her netewe dewletên li Rojhilata Navîn de ye."

Rubio di nirxandina ku kir de destnîşan kir ku cezayên Qeyser ên Amerîkayê yên li dijî Sûriyeyê ji gelek aliyan ve rasterast bûne sedema rûxanîna rejima Esed û got:

"Em xwe di rewşeke balkêş de dibînin ku hikûmet êdî nîne lê ceza hîn jî berdewam dikin."

Rubio diyar kir ku ew dê ji aliyê derfetên li Sûriyeyê ve binirxînin ka ceza dê berdewam bikin yan na.

"Derbarê Kurdan agirbesteke qels heye"

Rubio diyar kir ku li pêşiya vê derfetê ne tenê birêvebirên nû, zehmetiyên din jî hene û yek ji wan jî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û armancên wî ne û got:

"Aniha derbarê Kurdan reagirbesteke qels heye. Parastina wê girîng e.

Ez bawer dikim ku girîng e em zû peyamekê bidin Erdogan jî ku divê ew guherîna desthilatê ya li Amerîkayê wekî derfetekê nebîne ku peymanên heyî bin pê bike."

"Eger Amerîka neke, Îran û Rûsya dê vegerin"

Rubio axaftina xwe wiha bi dawî kir:

"Niha tiştê ku em li Sûriyeyê dixwazin îstiqrar e.

Bi vî awayî em dikarin lêkolîn bikin ka çi derfetên me hene ku em dînamîkeke cuda bînin ji ber ku dê bandora wê li ser Libnan, Îsraîl, Xeze û Rojhilata Navîn a berfirehtir hebe.

Eger Amerîka vê neke, Rûsya û Îran ên ku ji Sûriyeyê hatine qewitandin dê di demekê de vegerin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst