Swêd dê 34 hezar dolaran bide koçberên ku dixwazin ​​vegerin

13-09-2024
Hêmin Ebdullah
Nîşan Swêd Vegerandina Koçberan
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Hikûmeta Swêdê plan dike ku 350 hezar kronan bide her koçberekî ku bixwaze vegere welatê ku jê hatiye.

350 hezar kronên Swêdî, 30 hezar euro an jî 34 hezar dolarên Amerîkî dike.

Wezîrê Koç û Koçberiyê yê Swêdê Johan Forsel ragihand ku wan di sîstema koçberiyê de guhertineke radîkal kiriye.

Dê ew guhertin sala 2026an bikeve meriyetê.

Li gorî sîstema niha ya Swêdê, her kesê ku bixwaze vegere nêzîkî hezar dolarî distîne, ji bo zarokan kêmtirî 500 dolarî ye.

Ji bo malbatan jî ji 4 hezar dolarî zêdetir nabe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst