Hindistan: Bêkarî mijara sereke ya propagandaya hilbijartinan e

13-04-2024
RÛDAW
Hindistan: Bêkarî mijara sereke ya propagandaya hilbijartinan e
Hindistan: Bêkarî mijara sereke ya propagandaya hilbijartinan e
Nîşan Hindistan Hilbijartin Bêkarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Hindistanê mijara bêkariyê û qeyrana aborî, mijara sereke ya kampanyaya hilbijartinan in.

Hêza kar zêde dibe lê derfetên kar nînin, bi milyonan kes serî li çend derfetên kêm ên hikûmî didin.

Ev yek dibe sedem ku xelk berê xwe bide koça neyasayî û li Amerîka, Kanada û welatên din ji xwe re li derfeteke kar bigere.

Li bajarê Mumbaiyê yê Hindistanê piraniya karkerên ku di projeya avahîsaziyê de dixebitin derçûyên zanîngehê ne.

Aborînas Rama Kumar got:

“Zêdebûna derfetên kar ne di asta zêdebûna hêza kar de ye. Ev yek jî bûye sedem ku bi milyonan kes serî li çend derfetên kêm ên hikûmî bidin.

Vê bêkariyê daxwaza xelkê ji bo çûyîna derve ya bi rêyên neyasayî zêde kiriye ku li Amerîka, Kanada û welatên din ji xwe re karekê bibînin.”

Li gorî Nivîsîngeha Koçê ya Hindistanê ji sala 2017an heta 2022yan herî kêm 12 milyon Hindistaniyan bi armanca dîtina derfetên kar welatê xwe bi cih hiştine.

Beşa herî zêde ya wê koçê jî ji bo welatên Awistralya, Sîngapûr, Îmarat, Amerîka, Kanada û Siûdiyê bû.

“Zarokên min dê ji birçîna bimirin”

Welatiyê bi navê Keshav Das jî anî ziman:

“Li vê derê tiştek nîne, karek nîne. Ji ber wê divê ez ji bo dîtina kar biçim cihekî din.

Divê ez biçim derveyî Hindistanê. Eger wiha nekim dê zarokên min ji birçîna bimirin.”

Li gorî Navenda Çavdêrîkirina Aboriya Hindistanê, bêkariya li Hindistanê ji sedî 6,8 e, wate 95 milyon kes ji milyarek û 400 milyon welatiyan bêkar in.

Ji sedî 29ê bêkaran jî derçûyên zanîngehê ne.

Ev yek jî bûye sedem ku bêkarî bibe mijareke sereke ya propagandayên hilbijartinên Parlamentoya Hindistanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst