Almanya - Otomobîlê da nav mîtîngê: Gelek birîndar hene

13-02-2025
RÛDAW
Nîşan Meyana Hesen Nadirî Li Benda Te Me Almanya Munîh Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Munîhê yê Almanyayê kesekî bi otomobîlê da nav mîtîngê, li gorî agahiyên destpêkê herî kêm 20 kes birîndar bûne.

Li bajarê Munihê (Munchen) yê eyaleta Bavyarayê îro saet derdora 10:30î keskî bi otomobîlê da nav mîtîngeke Sendikaya Verdiyê ku ji bo zêdekirina mûçeyan xwenîşandan dikir.

Li gorî, rojnameya Bildê ya Almanyayê di encamê de herî kêm 20 kes birîndar bûne.

Her wiha hat ragihandin ku di nav birîndaran de zarok jî hene.

Li aliyê din, polîsê Munîhê da zanîn ku şofêrê otomobîlê hatiye desteserkirin.

Şaredarê Munihê Dieter Reiter li ser bûyerê ji Bildê re axivî û got:

"Birêvebirê polîsan ez agahdar kirim ku kesekî bi otomolê daye ser komeke mirovan û mixabin gelek kes birîndar bûn ku di nav wan de zarok jî hene.

Polîsan şofêr desteser kir lê hîn jî rewşa teqez hîn ne diyar e."

Li aliyê din, lêkolîna polîsan a derbarê bûyerê berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst