Amar û gefa terorê: DAIŞ hîn jî 'koma herî metirsîdar a cîhanê' ye

12-03-2025
RÛDAW
Nîşan IEP DAIŞ Gafa Terorê Rapor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapora Enstîtuya Aborî û Aştiyê (IEP) DAIŞ hîn jî "rêxistina terorê ya herî metirsîdar a cîhanê" ye.

Raporta Îndeksa Terorîzma Cîhanî ya 2025an ku ji aliyê Enstîtuya Aborî û Aştiyê ve hatiye weşandin, eşkere dike ku gefa terorê li seranserê cîhanê zêde bûye.

Li gorî rapora Enstîtuya Aborî û Aştiyê, sala 2024an gefa terorê li 45 welatan zêde bû û li seranserê cîhanê 7 hezar û 555 kes ji ber êrişên terorê canê xwe ji dest da.

 Di raporê de DAIŞ hîn jî wekî "rêxistina terorê ya herî metirsîdar a cîhanê" tê pênasekirin.

Li gorî raporê, rewşa ewlehiyê li Îraqê baştir bûye lê li Sûriyeyê xerabtir bûye û li welatên Rojavayî tehdîda terorê zêde bûye.

Zêdebûna tehdîda terorê

Li gorî rapora IEPyê, hejmara miriyên ji ber êrişên terorîstî, li seranserê cîhanê sala 2024an her çend li gorî 2023yan bi rêjeya ji sedî 13 kêm bûye jî lê li 45 welatan gefa terorê zêdetir bûye.

Bi taybetî rîska terorê li welatên Rojavayî zêde bûye û rewşa ewlehiyê li Sûriyeyê xerabtir bûye.

DAIŞ hîn jî rêxistina herî metirsîdar e

Li gorî raporê, DAIŞ li seranserê cîhanê wekî "rêxistina terorîst a herî xeternak" e.

Sala 2024an DAIŞ li 22 welatan çalak bû û li seranserê cîhanê ji sedî 16ê êrişên terorîstî berpirsiyar bûye.

Lê belê hejmara kesên ku di êrişên DAIŞê de hatine kuştin bi rêjeya ji sedî 10 kêm bûye û daketiye hezar û 805 kesan.

Li gorî daneyên IEPyê, DAIŞê li herêmên cuda 9 kom û şaneyên serbixwe hene.

Her wiha sala 2024an de 24 êrişên ku DAIŞê plan kiribû hatin astengkirin.

Ji van 5 li Îsraîlê, 4 li Amerîkayê û yên din jî li Îran, Tirkiye, Almanya, Swêd û Rûsyayê hatin tespîtkirin.

Welatên ku herî zêde terorê bandorê li wan dike

Li gorî rapora IEPyê, sala 2024an welatên ku herî zêde êrişên terorî lê zêde bûne Pakistan, Sûriye û Malî ne.

Bandorên wêranker ên terorê herî zêde li Burkina Faso, Pakistan û Sûriyeyê bûne.

Li Rûsya û Îranê jî êrişên terorî bi awayekî ber bi çav zêde bûn.

Li Rûsyayê 197 kes û li Îranê jî 163 kes di êrişên terorî de canê xwe ji dest da.

Ji aliyê din ve, herî zêde li  Îsraîlê rêjaya mirinên ji ber terorê kêm bûye û ew jî ji ber ku sala 2023yan di êrişa Hemasê de gelek Îsraîlî hatibûn kuştin.

Her wiha li Almanya, Îran û Rûsyayê zêdebûneke cidî ya gefa terorê hat qeydkirin.

Amarên bûyerên terorî

* Sala 2024an li seranserê cîhanê 3 hezar û 492 êrişên terorê pêk hatin.

* Di encama êrişên terorê de 7 hezar û 555 kes mirin.

* Li 45 welatan metirsiya terorê zêde bû, li 34 welatan jî kêm bû.

* “Rêxistinên terorê yên herî çalak” DAIŞ, Koma Nusrat el Îslam û Misilmanan, Talîbana Pakistanê û Eş-Şebab bûn.

* Ji sedî 80î êrişên terorê yên cîhanê ji aliyê van çar koman ve hatine kirin.

Li gorî rapora IEPyê, hevkariya cîhanî ya li dijî terorê hêdî hêdî bûye mijareke hîn girîngtir.

Pispor bal dikişînin ser wê yekê ku divê rêyên peydakirina pereyan ên ji bo terorê werin qutkirin, pêşî li tundrawiyê were girtin û tedbîrên ewlehiyê yên navneteweyî werin zêdekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst