Zabit Mamedov: Kurdistan ji bo me pîroz e, ziyareta me Kurdistan e

11-11-2024
Nalîn Hesen
Zabit Mamedov pirsên Nalîn Hesên bersivandin / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Zabit Mamedov pirsên Nalîn Hesên bersivandin / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan COP29 Baku Azerbeycan Zabit Mamedov Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Komeleya Kurdên Azerbeycanê Zabit Mamedov got, “Kurdistan ji bo me cihekî pîroz e, ziyareta me Kurdistan e, em Kurdistanê ziyaret dikin û tên."

Bakuya paytexta Azerbeycanê mazûvaniya Konferansa Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP29) dike.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî dê tevlî COP29ê bibe.

Serokê Komeleya Kurdên Azerbeycanê Zabit Mamedov bû mêhvanê Nûrojê û pirsên Pêşkêşkara Rûdawê Nalîn Hesenê bersivandin.

Lê ji ber ku pirsgirêkeke teknîkî derket pirs nîvco man û Zabit Mamedov paşê pirsên Rûdawê bi rêya telefonê bersivandin.

Zabit Mamedov da zanîn ku beşdarbûna Nêçîrvan Barzanî ji bo bipêşvebirina pêwendiyên Azerbeycan û Herêma Kurdistanê bipêşketineke mezin e.

Serokê Komeleya Kurdên Azerbeycanê diyar kir ku her nêzîkbûna di navbera Azerbeycan û Herêma Kurdistanê de ji bo Kurdên li Azerbeycanê jî gelekî baş dibe û rewşa wan û jiyana wan baştir dike.

Zabit Mamedov got, “Em serbilind in Kurd li ser navê xwe beşdarî COP29ê dibin.”

“Kurdistan ji bo me gelekî girîng û pîroz e”

Zabit Mamedov bi rêya Rûdawê bangî Nêçîrvan Barzanî kir û got:

“Eger dema Serokê Herêma Kurdistanê hebe em jî dixwazin wekî Kurdên li Azerbeycanê wî bibînin çimkî Kurdistan ji bo me gelekî girîng û pîroz e.”

Serokê Komeleya Kurdên Azerbeycanê got, “Rêxistinên Kurdan beşdarî COP29ê nabin lê Kurd li ser navê Azerbeycanê beşdar dibin.”

Zabit Mamedov eşkere kir ku Kurd hêdî hêdî derbasî Zengezûrê dibin û dewlet li wê derê ji wan re xaniyan lê dike.

Li gorî agahiyên ku Zabit Mamedov dane, li Laçinê 2-3 hezar Kurd dijîn û Kurdan niha jî vediguhêzin Laçinê.

Mamedov daxuyand ku Kurd dê li Kelbecer û Zengilanê werin bicihkirin û li wan deran amadehî tên kirin.

Zabit Mamedov diyar kir, li cihên Kurd li wan gelek in perwerdeya bi Kurdî jî heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst