Karê medyayê li cîhanê ji gelek aliyan ve gelekî tevlîhev û zehmet dibe, çavkaniya sereke ya vê zehmetiyê serdestiya şirket û platformên navneteweyî û cîhanî ye li ser berhemên saziyên serkeftî û neteweyî yên cîhanê.
Platformên medyaya civakî û lêgerîna elektronîk ne tenê naverok û berhemên dezgehên medyayê dibin, di heman demê de bikir û şirketên mezin û biçûk jî dibin ku berê reklamên wan dikirin. Ev rewş, bandorê li azadiya ragihandinê dike. Azadiya ragihandinê jî dînamoya demokrasî û çavdêriya desthilatê ye. Ji ber vê jî ev tenê nabe sûdwergirtina ji berhemên dezgeh û şirketin din, di heman demê de berpirsiyariya qelsbûna azadî û demokrasiyê jî dixe ser milên wan şirketên mezin.
Vê rewşa ku di warê medyayê de nû peyda bûye rojnameyên çapkirî ji holê rakirin û ev jî ji bo medyaya herêma me rewşeke gelekî zehmet e. Wekî mînak, li Îraq û Herêma Kurdistanê ku nifûsa wan 42 milyon û 300 hezar kes e rojnameyeke bi tenê jî nîne ku rojana 1000 nusxeyî bifiroşe. Vê jî dawiya hinek platform û rojnameyên azad anî ku çavkaniyên sereke yên azadiya raderbirîn û civaka sivîl bûn.
Ji ber ku li herêma me pergaleke weşana kablo û televîzyonê ya hevpar nebû, rojnamayên çapkirî li Kurdistan, Îraq piraniya welatên Rojhilata Navînê çavkaniya sereke ya firotina nûçe û agahiyan bûn. Çanda kirîna naverok û berhemên televîzyonê çênebûye. Ji ber vê jî rewşa medyaya nû ya ku ji aliyê medyaya dîjîtal û medyaya civakî ve hatiye afirandin, ji hemû deverên din zêdetir li Rojhilata Navînê bandor li ser zindîbûna ragihandinê kiriye.
Ev rewşa nû li Yekîtiya Ewropayê, Amerîkayê û gelek welatên din bûye sedema gûftûgoyan û tewr di navbera hinek û hikûmet şirketên mezin ên medyaya civakî de jî bûye sedema milmilaneyeke mezin a yasayî lê li Rojhilata Navînê hîn jî nebûye mijara guftûgo û milmilaneyên yasayî yên berfireh. Ji ber ve jî em li herêmê heta niha jî mînakên van milmilaneyan ji cîhanê werdigirin. Bi raya min, Kongreya Cîhanî ya Medyayê ya li Ebû Dabiyê dê sala pêşiya me ji bo handana (teşwîqkirina) vê mijarê bibe derfeteke mezin.
Şarezayê aboriyê Kevin M. Murphy, hefteya borî roja duşemê agahiyeke zehfî balkêş eşkere kir. Murphy, li ser daxwaza Alphabeta xwediya Googleyê, li Washingtonê ji bo pirsgirêka pawandariyê ya di navbera Wezareta Dadê ya Amerîkayê û Googleyê de, wekî şahid beşdarî rûniştina dagehê bû. Murphy anî zimên ku Google ji sisê pişkên dahata xwe ya reklaman pişkekê dide legerînên safariyê yên Appleyê. Financial Timesê da zanîn ku Apple dê îsal ji peymana xwe ya bi Googleyê re 18 milyar dolaran bi dest bixe.
Ev, ji bo wergiran qewimîneke mezin e lê ji bo dezgeh û şirketên çêkirina naverok û agahiyan çîrokeke neadil e çimkî yên ku van naverok û agahiyan hildiberînin qet tiştekî bi dest naxin. Ji dêlva vê ve, tenê ewên ku platformeke lêgerînê ya berbelav ava dikin, ked û xwêdana wan berdidin binê berîkên xwe.
Parlamentoya Kanadayê hezîrana îsal “Yasaya Nûçeyên Înternetê” derxist. Li gorî vê yasaya ku piştî 6 mehan tê bicihkirin, divê platformên cîhanî yên wekî Facebookê ji bo gihiştina nûçeyên wan bi dezgehên nûçeyan ên li Kanadayê re li hev bikin. Facebook û Instagramê ji tebaxê ve malperên dezgehên nûçeyan ên ku navendên wan li Kanadayê bûn dan sekinandin û Metayê jî got ku nûçe ne dehfdera (motîvasyon) sereke ya bikarhênerên wan in, herwiha ragihand ku êdî wan nûçeyan danaynin û ev yasa ne adil e.
Rûdaw yek ji wan dezgehên pêbawer ên nûçeyan e ku ji ber vê yasayê li Kanadayê bi rêya Facebook û Isntagramê nayê dîtin. Dezgehên nûçeyan ên Kanadayê dibêjin ku platformên torên civakî bikevin bin barê vê yasaya Kanadayê dê ew salana 250 milyon dolarên Amerîkî bi dest bixin. Herçiqasî ku li Kanadayê daxistina sepanên dezgehên nûçeyan zêdetir bûbe jî ev guvaşa li ser plaftormên torên civakî heta niha jî bê encam e.
Ev guftûgo roj bi roj berfirehtir dibe, herwiha bûye milmilaneyeke sîyasî jî û dibe ku berfirehtir û tundtir jî bibe.
Google, Facebook, X, TikTok û yên din, şoreşek mezin bûn di berfirehkirina belavkirina agahî û pêwendiyên cîhanî de lê wan li seranserê cîhanê bandoreke zêde kiriye li dahata medyayê. Ew li cîhanê bûne şirketên xwediyên dahata herî zêde lê dahata dezgehên mezin û biçûk ên medyayê kêmtir dibe. Ev, li Rojhilata Navînê gelekî bibandor e.
Berê baweriya wergiran bi wan dezgehên medyayê dihat ku nûçeyên herî rast û herî zêde belav dikirin. Herwiha şirketên reklaman jî reklama berhemên wan dikir, niha ev yek gelekî guheriye. Di heman demê de dahata reklamên di torên civakî yên dezgehên medyayê de li gorî dahata televîzyonê gelekî kêm e. Ji ber vê yekê jî saziyên medyayê naxwazin berê wan şirketan ji televîzyonê bidin madyaya civakî çimkî ku vê bikin dê pereyekî têra xwe zêde winda bikin.
Herwiha ev şirket ji dêlva ku bi rêya malperên wan dezgehan reklaman bikin, dikarin rasterast li ser platformên medyaya civakî bi bihayekî erzantir reklaman bikin. Herçend reklamên bi rêya platformên torên civakî yên pêbawer, ji bo berhem û markayên bazirganiyê gelekî bi bandor bin jî bi taybetî zêdebûna nûçeyên sexte yên di torên civakî de bandora medyaya pêbawer zêdetir jî kiriye. Niha jî di serdema hişê çêkirî de nûçeyên sexte yên kûr derketine.
Rojhilata Navîn warê nûçe û bûyerên herî mezin ên cîhanê ye lê dahata berhemên dezgehên medyayê yên li Rojhilata Navînê gelekî kêm e. Wekî mînak, Rûdaw li gel ku dezgeheke ciwan e jî di torên civakî de şopînerên wê gelekî zêde ne û bandoreke wê ya mezin heye.
Peymana hevkariya ya Rûdawê bi Associated Pressê re heye ku ajansa nûçeyan a herî mezin a cîhanê ye. Ji ber vê yekê Rûdaw dema şerê DAIŞê li tevahiya cîhanê bû çavkaniyeke sereke ya nûçe û dîmenên wî şerî. Dîsa Rûdawê sala 2018an li bajarê Dubaiyê yê Îmarata Erebiyê di warê medyaya civakî de ji bo nûçeyên xwe yên bibandor ên Rojhilata Navînê xelata WAN-IFRAyê wergirt.
Wekî mînak, Rûdaw nûçe û berhemên xwe di medyaya dijîtal de bi çar zimanan belav dike. Tenê bi rêya Facebooka Kurdiya Soranî (Kurmanciya Jêr), di maweyê 23 rojan de (ji 27ê Îlonê heta 20ê Çiriya Pêşînê) dîmenên Rûdawê gihiştine milyarek kesî.
Herwiha tenê roja 11ê Çiriya Pêşîna îsal 136 milyon kesan bes bi rêya malpara Kumanciya Jêr dîmenên Rûdawê temaşe kirine. Facebook bixwe nîşanî me dide ku di 14 rojan de bertek û tikandina 61 mîlyon postan û herwiha bandora 8,538 mîlyon şopîneran bi qasî potansiyela 30 mîlyonî ye. Dîsa tenê meha çiriya pêşîna îsal 4 milyon û 261 hezar kesan seriyek daye malpera Rûdawê.
Ji bo ku medya karibe azad be û bi pêş bikeve divê pişta xwe bide daha xwe û bi dahata xwe bijî. Ji ber vê jî li hemberî dezgehên ragihandinê berpirsiyariyên mezin ên şirketên qerase yên medyaya dijîtal û medyaya civakî hene. Bi raya min, diyaloga berdewam dê ji bo rewşa heyî çareseriyekê bîne bi xwe re.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse