Ciwanê Kurd ji bo bê dersînorkirin êrîşî welatiyê Brîtanî kir 6 sal ceza xwar

10-03-2023
RÛDAW
Nîşan Brîtanya Ellis Wheeler Rêbaz Mihemed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di dawiya sala borî de ciwanekî Kurd ji bo ku ji Brîtanyayê bê dersînorkirin êrîşî welatiyekî Bîrtanî kiribû, 6 ceza lê hat birîn.

Ciwanê Kurd ê bi navê Rêbaz Mihemed (28) ku di Kanûna sala borî de 6 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, piştî ku derxistin pêşberî dadger li Dadgeha Şahane ya Southamptonê, sûcdariya xwe qebûl kir û got li Brîtanyayê 'pere û kar nîne' û xwestibû ku dersînorî Herêma Kurdistanê were kirin.

Serdozgeriya Şahane ya Brîtanyayê dîmenê êrîşa bi kêrê weşand.

Di vîdeoyede tê dîtin ku Rêbaz Mihemed li kolanekê radiweste û bi kesekî re diaxive, paşê ji nişka ve kêrê derdixe û li wî kesî dixe.

Welatiyê Brîtanî Ellis Wheeler yê ku li Hoglands Parkê rastî êrîşê hat direve, Rêbaz Mihemed di de pey heta ku ji ber çavê kamerayên ewlehiyê derdikeve.

Parêzerê Mihemed, Richard Tutt, ji dadgehê re gotiye ku muwekîlê wî bi keştiyek neqanûnî hatiye Brîtanyayê lê niha dixwaze bê dersînorkirin û hewce dike ku sûcek ku têra xwe giran ê pê bê dersînorkirin bike.

Dadger Brian Forster Forster ku 6 sal cezayê girtîgehê li Rêbaz Mihemed birî got “diba ku mexdûr di encama êrişê de jiyana xwe ji dest bidaya.”

Navê kesê ku li Hoglands Parkê rastî êrişê hatibû Ellis Wheeler e û xwendekarê Zanîngeha Solentê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst