Brîtanya komeke penaberên Kurd vedigerîne Hewlêrê

25-05-2024
RÛDAW
Brîtanya komeke penaberên Kurdî vedigerîne Hewlêrê / Wêne: Arşîv
Brîtanya komeke penaberên Kurdî vedigerîne Hewlêrê / Wêne: Arşîv
Nîşan Brîtanya Kurd Penaber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Sekreterê Federasyona Penaberan a Îraqê Deştî Cemal ragihand ku Brîtanya dixwaze komeke penaberên Kurd vegerîne Hewlêrê û divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê wergirtina penaberan qebûl neke.

Sekreterê Federasyona Penaberan a Îraqê Deştî Cemal îro bû mêvanê bultena Rûdawê û eşkere kir ku 70 penaberên Kurd li Brîtanyayê hatine desteserkirin û roja Duşemê dê 3 penaberan vegerîne Hewlêrê.

“Penaber bi zorê tên vegerandin”

Deştî Cemal li ser rewşa penaberan wiha got:

“Ew di rewşek pir dijwar de ne, bi taybetî li Almanyayê, ev yek aliyekî siyaseta welatên Ewropayê ya li hemberî penaberan nîşan dide."

Li gorî gotina Deştî Cemal ji sala 2012an heta niha, 6 hezar û 500 Kurdên penaber ên li Ewropayê bi darê zorê ji bo Herêma Kurdistanê hatine vegerandin.

Deştî Cemal li ser dersînorkirina wan 3 penaberên Kurd jî wiha got:

“Ew 3 kesên ku biryar e roja Duşemê ji bo Hewlêrê bên vegerandin, bilêtên wan hatine amadekirin. Konsulxaneya Îraqê pasaportên demkî ji bo dersînorkirina wan derxistiye.”

Deştî Cemal ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwest ku roja Duşemê 3 penaberên wernegire û piştgiriyê nede siyaseta vegerandina penaberan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst