Hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê: Barîkan namzedeke Kurd e

09-06-2024
Hêmin Ebdullah
Barîkan Îsmaîlî xebatên xwe didomîne / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Barîkan Îsmaîlî xebatên xwe didomîne / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê Barîkan Îsmaîlî Namzed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Danîmarkayê jî namzeda Kurd a herî bi nav û deng Barîkan Îsmaîlî ye ku xwe li ser lîsteya Partiya Moderatan kiriye namzed.

Li Ewropayê xelk ji bo hilbijartina 720 endamên Parlamentoya Ewropayê diçe ser sindoqan.

Mafê dengdanê yê derdora 373 milyon kesan heye û endamên ku werin hilbjartin dê 5 salan vî karî bidomînin.

Hilbijartinan 6ê Hezîranê dest pê kir û dê îro (9ê Hezîranê) xelas bibin.

7 Kurd jî di van hilbijartinan de namzed in û li Danîmarkayê jî namzeda Kurd a herî bi nav û deng Barîkan Îsmaîlî ye.

Barîkan ji bavekî Şinoyî û dayikeke Riwandizî ji dayik bûye.

Ew xwediya bawernameya masterê ye û bi salan e li ser torên civakî di warê pêşketina mirovî de bi zimanê Kurdî alîkariya mirovan dike.

Barîkan bi rêya Skypeyê tevlî programa Diyasporayê bû û got, girîng e ku dengderê Kurd li Danîmarkayê tevlî pêvajoya hilbijartinê bibin.

Barîkanê destnîşan kir ku li Ewropayê demokrasî di bin metirsiyê de ye û dengên Kurdan dê ji bo xurtkirina demokrasiyê bi bandor bin.

“Em dixwazin ku hevsengiyek hebe”

Barîkan Îsmaîliyê bal kişand ser bihêzbûna hizrên rastgir û çepgir got:

“Vêga li Ewropayê rastgir û çep di hilkişînê de ne û em di partiyeke navîn de ne. Partiya me ne çep e û ne jî rast e.

Em dixwazin ku hevsengiyek di navbera her du rêbazan de hebe.

Dûv re em vê siyasetê li nava Danîmarkayê û herwisa li hemû Ewropayê pêk bînin, loma dengdana bi min û Moderatan ji bo çêkirina wê terazûyê ye.”

“Girîng e ku Kurd beşdar bibin”

Barîkan Îsmaîlî têkildarî pirbûna pirsgirêkên civakî yên li nav malbata Ewropî û dîtina çareseriyê wiha axivî:

“Xurtbûna rastgiran û zêdebûna metirsiya li ser demokrasiyê sedemên derketina pirsgirêkên civakî û aborî ne.

Loma ew kes deng didin wan ku çareyeke gengaz bi wan re ye ku ev jî bi bicihanîna siyaseteke tundrewî ye nexasim jî li dijî koçberan.

Loma zafî girîng e ku diyasporaya Kurdî li Danîmarkayê û hemî welatên Ewropayê beşdar bibin û deng bidin min, qene em karibin wê balansê biparêzin.

 Jiyana kesên biyanî li vir cihê ye û gelek ji wan piştgiriyê didin min, nemaze jî di torên civakî de.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst