Hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê: 7 Kurd namzed in

07-06-2024
RÛDAW
Nîşan Parlamentoya Ewropayê Hilbijartin Kurd Namzed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê 6ê Hezîranê dest pê kir û dê heta 9ê Hezîranê berdewam bikin.

Yek ji namzetan Diyane Xefûr e. Diyane Xefûr got, “Eger ez bêm hilbijartin ez dê pirsgirêka Kurd bibim parlamentoyê.”

Ozlem Demîrel endama Partiya Çep a Alman e.

Ozlem Demîrel sala 1984an de li bajarê Meletiyê yê Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye.

Sala 1989an de tevî malbata xwe koçî Almanyayê dike. Li zanîngeha Bonnê zanistên siyasî û dîrok xwendiye.

Sala 2019an de Demîrel bi lîsteya Partiya Çep a Almanyayê bû namzeda Parlamentoya Ewropayê. Ew niha dîsa namzed e.

Parlamentoya Ewropayê 720 kursiyên wê hene. Li nava welatên Ewropayê herî zêde parlamenterên Almanyayê di wê parlamentoyê de hene. 
96 parlamenterên Almanyayê di wê parlamentoyê de hene.

Herwiha Partiya Demîrel jî xwediyê 5 kursiyan e.

Ozlem Demîrela ku bi Kurdî nizane, di çend qonaxên siyasî de derbas bûye. Sala 2017an de li herêmê namzeda sereke ya partiya xwe bû.

Demîrel ji sala 2000î heta 2004an endama Komîteya Rêvebir a Encûmena Nûnertiya Xwendekaran a Nordrhein-Westfalenê bû.

Di navbera salên 2011-2012an de endama parlamentoya herêmêkê bû. Du salan (2007 û 2008) endama Koma Kordînasyona Konseya Aştiyê ya Ewropayê ya Tirkiyeyê bû.

Di navbera salên 2013 û 2014an de Seroka Yekîtiya Karkerên Demokratîk a Federal bû.

Ozlem Demîrel li dijî êrişên Îsraîlê yên li ser Xezeyê ye û bangî Amerîkayê dike ku alîkariya ji bo artêşa Îsraîlê rawestîne.

Du namzedên jin ên Kurd li Swêdê

Hilbijartin dê li her 27 welatên Ewropayê were kirin û zêdetirî û mafê dengdanê yê 370 milyon Ewropiyan heye.

Li Parlamentoya Ewropayê 21 kursiyên Swêde hene û 2 Kurdan xwe kiriye namzed. Yek ji wan Evîn Încîr û ya din Diyana Xefûr e ku ji Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê ne.

Aniha 5 kursiyên Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê li Parlamentoya Ewropayê hene.

Evîn Încîrê sala 1984an de li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye ji şeş saliya xwe ve li Swêdê dijî.

Evîn Încîrê sala 2013an de li Zanîngeha Uppsalayê beşa hiqûqê qedandiye.

Di hilbijartinên dawî de li ser lîsteya partiya xwe derbasî Parlamentoya Ewropayê bûye.

Namzeda Kurd di nav Ciwanên Sosyal Demokrat de xwedî paşerojeke siyasî ye.

Demekê di Weqfa Olaf Palmeyê de xebitiye. Di heman demê de Alîkara Sekreterê Enternasyonala Civakî bûye.

Li gorî Ferheng Şêx Mihemed, her namzetek eger ji sedî 5ê dengan bi dest bixe, dikare bibe endamê parlamentoyê.

Diyane Xefûr: Ez dê pirsgirêka Kurd bibim Parlamentoya Ewropayê

Namzeta din a Demokratên Swêdê Diyane Xefûrê ye. Bavê Diyana Xefûrê ji Başûrê Kurdistanê û dayika wê jî ji Rojhilatê Kurdistanê ye.

Diyane ji 11 saliya xwe ve bi siyasetê re mijûl dibe. Ew eşkere dike ku zehmetiyên dê û bavê wê yên dîtine bandor li ser wê jî kiriye.

Diyane Xefûrê amaje bi wê yekê kir ku Kurdbûna malbatê û serpêhatiyên wan ê li Îraq û Îranê bûye sedem ku ew jî berê xwe bide siyasetê pê re mijûl bibe.

Diyane Xefûrê da zanîn ku ew dixwaze pirsgirêka Kurd bigihîne navendên girîng ên siyasî li Ewropayê.

Diyane Xefûrê di berdewamiyê jî de wiha got:

"Eger ez bêm hilbijartin, ez dixwazim li ser mafên kêmneteweyan ên li Ewropayê û têkiliyên derve bixebitim.

Eger ez biçim Parlamentoya Ewropayê, ez dixwazim pirsgirêka Kurd li Parlamentoya Ewropayê bînim rojevê.
Ez dê pirsgirêka Kurd bi Ewropayiyan re bidim nasîn û ez dê bibêjim werin em pirsgirêka Kurd bînin Parlamentoya Ewropayê."

Diyaneyê ji zarokatiya xwe ve bi siyasetê re eleqedar bûye û sala 2011an de ketiye nav siyasetê û di 14 saliya xwe de bûye endama koma ciwanan a Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê.

4 Kurdên li Danîmarkayê namzet in

Piraniya namzedên Kurd ên Parlamentoya Ewropayê yên Danîmarkayê ne.

Di Parlamentoya Ewropayê de 14 kursiyên Danîmarkayê hene. 4 Kurdan xwe kiriye namzed.

Di lîsteya Partiya Çep a Radîkal (Radkalevenstra) de Hediye Temîzê xwe kiriye namzeD. Hediye Temîz sala 1999an de ji dayik bûye.

Hediye Temîz keça malbateke Kurdên Konyayê ye.

Di 2018 de ew bûye endama Meclîsa Bajarê Albertslund a Kopenhagê û seroka komîteya çandê ya meclîsa şaredariyê ye.

Îbrahîm Benlî namzedê Kurd e li ser lîsteya pariya Danîmarka Yekgirtî.

Danîmarka Yekgirtî partiyeke çep e û li Parlamanetoya Ewropayê kursiyekê wê heye. Benlî sala 1979an li Enqereyê hatiye dinê.

Benlî ji 21 saliya xwe ve li Danîmarkayê dijî. Zewicî ye û bavê sê zarokan e.

Namzedê din ê Kurd ê li Danîmarkayê Taner Genç e, ew di lîsteya Partiya Gel a Sosyalîst de cih digire.

Di Parlamentoya Ewropayê de aniha 3 kursiyên Partiya Gel a Sosyalîst hene.

Genç sala 1985an de li Enqereyê ji dayik bûye û niha endamê Meclîsa Şaredariya Balerupeyê ye.

Namzedê Kurd giranî daye mijarên jîngehparêzî û cîbicîkirina peymana Parîsê ya li ser guherîna avhewayê.

Barîkan Îsmaîl Soleckiyê jî di lîsteya Partiya Moderatarneyê de namzed e. Barîkan sala 1987an de ji dayik bûye.

Bavê Barîkanê ji bajarê Şinoyê yê Rojhilatê Kurdistanê û dayika wê jî ji bajarê Rewandizê yê Herêma Kurdistanê ye.

Ew li Zanîngeha Aalborgê di Beşa Karsaz û Rêvebiriyê de mamoste ye. Ew bi rêxistinan re wekî şêwirmend kar dike.

Barikan ji 11 saliya xwe ve li Danîmarkayê dijî. Di warê civaknasî û rêveberiya karsaziyê de tecrûbeya wê heye.

Barîkanê li ser rêxistinî û stratejiyê master jî xwendiye. Ew di bernameya Ad Talent de wekî ‘seroka paşerojê’ hatiyê hilbijartin

Barikanê di peyameke vîdyoyî de got, "Ev hilbijartina herî girîng a Ewropayê ye, hilbijartina herî girîng e ku dê paşeroja me diyar bike, lewra divê hûn deng bidin.

Li Ewropayê şer ji nû ve derketiye, Ewropa bi gelek qeyranên din re rû bi rû ye, wekî pirsgirêkên jîngehê, tenduristî û aboriyê.

Tov ne tovê berê ye, niha dar e, ew dar jî roj bi roj pêş dikeve. Yasa rê li ber kesên wekî min û te yên xwedî pirkultur digirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst