Namzeda Parlamentoya Ewropayê Diyane Xefûr: Ez li ser bihêzkirina dengê Kurdan dixebitim

09-06-2024
Nalîn Hesen
Diyane Xefûr / Wêne: Rûdaw
Diyane Xefûr / Wêne: Rûdaw
Nîşan Parlamentoya Ewropayê Diyane Xefûr Hilbijartin Namzed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Namzeda Parlamentoya Ewropayê Diyane Xefûrê da zanîn ku divê lobiyeke bihêz a Kurdan hebe û got, “Ez li ser bihêzkirina dengê Kurdan dixebitim.”

Li Ewropayê xelk ji bo hilbijartina 720 endamên Parlamentoya Ewropayê diçe ser sindoqan.

Mafê dengdanê yê derdora 373 milyon kesan heye û endamên ku werin hilbjartin dê 5 salan vî karî bidomînin.

Hilbijartinan 6ê Hezîranê dest pê kir û dê îro (9ê Hezîranê) bidawî bibin.

7 Kurd jî di van hilbijartinan de namzed in.

Li Swêde 2 Kurdan xwe ji bo Hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê kiriye namzed.

Yek ji wan Evîn Încîr û ya din Diyana Xefûr e ku ji Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê ne.

Diyane Xefûr ji zaroktiya xwe ve bi siyasetê re mijûl e.

Bavê Diyana Xefûrê ji Başûrê Kurdistanê û dayika wê jî ji Rojhilatê Kurdistanê ye.

Diyane Xefûr sala 2011an de ketiye nav siyasetê û di 14 saliya xwe de bûye endama koma ciwanan a Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê.

Diyane Xefûr bû mêhvana Rûdawê û behsa xebat û projeyên xwe kir.

Diyane Xefûrê got ku 3 meh in li ser van hilbijartinan dixebitin û îro dê encam derkevin û pêşbînî dike ku partiya wê 6 an 7 kursiyan bistîne.

Diyaneyê eşkere kir ku divê 50 hezar dengdan bistîne da ku kursiyekî parlamentoyê misoger bike.

Li gorî gotina wê, gelek Kurdên li Swêdê peywendî bi wê re kiriye û Kurd bi malbatî diçin ser sindoqan û dengê xwe didin wê.

“Em dê Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê biparêzin”

Diyane Xefûrê destnîşan kir ku ew dê li ser bihêzkirina dengê Kurdan bixebite û got:

“Em dê nîşanî xelkê bidin bê Kurd kî ne û doza wan çi ye.

Em dê Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê biparêzin.”

Diyane Xefûrê anî zimên ku pêwîstiya Kurdan bi lobiyeke xurt heye û ew dikarin li parlamentoyê bibin dengê ve meselyê.

Diyaneyê bi bîr anî ku ew bi xwe jî koçber bû û ji malabatake koçber e lewma jî pêwîst e karekî zêde li ser pirsa koçberan bê kirin û ew tevlî civakê bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst