Papa bang kir: Tika ye êriş û çekan rawestînin

08-10-2023
RÛDAW
Nîşan Papa Francis Îsraîl Hamas
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê Ruhanî yê Katolîkan û Serokê Vatîkanê Papa Francis, bang kir ku li Rojhilata Navîn êriş û çek werin rawestandin. 

Papayê Vatîkanê Papa Francis ji pencereya ofîsa xwe ya ku li Taxa Azîz Petrusê dinere, di diaya xwe ya kevneşopî ya yekşemê de, behsa şer û aloziyên di navbera Hemas û Îsraîlê de kir.

Papa Francis  destnîşan kir ku ew rûdanên di navbera Hemas û Îsraîlê de bi fikar dişopînin û banga rawestandina êriş û çekan kir.

"Ez bi fikar û endîşe bûyerên li Îsraîlê dişopînim"

Papa Franciscus wiha axivî:

"Ez bi fikar û endîşe bûyerên li Îsraîlê dişopînim. Tundî bi awayekî tundtir mezin bûye û tundî bûye sedema bi sedan kuştî û birîndarbûnan.

Ez nêzîkbûna xwe ji malbatên mexdûran re radigihînim. Ez ji bo hemû kesên ku di van demên terorê û êşê de janê dikişînin diayan dikim. Tika ye êrişan û çekan rawestînin.

"Her cengek, têkçûnek e"

Fêm bikin ku teror û şer ne çareseriya tiştekî ne, tenê dibin sedema mirina gelek mirovan. Bi şer û tundiyê ti tişt çareser nabe. Her cengek, têkçûnek e. Em ji bo aştiya li Îsraîl û Filistînê diayan bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst