Xeze (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo bicihkirina plana xwe ya "kontrolkirina Xezeyê" hewceyî piştgiriya welatên Erebî û xelkê Xezeyê ye.
Welatên Ereb îlan dikin ku ew vê yekê qebûl nakin û xelkê Xezeyê jî dijayetiya biryara Trump dike û dibêje ew dê terka Xezeyê nekin.
Daxuyaniya Donald Trump a derbarê kontrolkirina Xezeyê ya ji aliyê Amerîkayê ve bû mijara nîqaşên mezin.
Misir û Urdin du welatên Erebî ne ku Trump dixwaze Filistîniyên Xezeyê li wan deran werin bicihkirin.
Her du welatan diyar kir ku ew dê daxwaza Trump bi cih neyînin.
Her wiha tê pêşbînîkirin ku Erebistana Siûdî alîkariya aborî bide pêvajoyê.
Hevpeymanê Amerîka û Îsraîlê yên Rojavayî jî dijayetiya vê fikrê dikin.
Trump di konferansa rojnamegeriyê ya bi Netanyahu re de got, "Di dilê xwe de her kes piştgiriya vê fikrê dike."
Xelkê Xezeyê dijayetiyê dike
Hemû Xezeyiyên ku bi Rûdawê re axivîn planê red dikin.
Hinek Filistînî dibêjin divê Trump ji aliyê dadgehên navneteweyî ve were darizandin.
Piştî şer û wêrankirina ku salên dirêj berdewam kir her çend hinek Filistîniyên Xezeyî bar kiribin jî, hîn nêzîkî 1,2 milyon kes li Xezeyê dijîn.
Alî Huseyinê Xezeyî ji Rûdawê re got:
"Ev sûcekî li dijî mirovahiyê ye û divê Trump li dadgehên navneteweyî were darizandin.
Divê dadgeha navneteweyî ji ber daxuyaniyên wî yên derbarê sirgûnkirina Filistîniyan a ji Xezeyê ber bi Urdin û Misirê ve biryara desteserkirinê derxe.
Ev sûcekî mezin e û planeke dagirker e, em qebûl nakin."
“Gelo çareseriya 2 dewletiyê bi dawî bû?”
Plana Trump hêviya "çareseriya du dewletî" ya ji bo Îsraîl û Xezeyê diqedîne.
Her wiha hikûmeta Netanyahu bi tundî li dijî vê ramanê derdikeve û danûstandinên aştiyê yên ku bi dehan salan dom kirin têk çûne.
Niha xuya dike ku ramana "du dewlet, du gel" a ku ji salên 1990î ve bûbû kevirê bingehîn ê siyaseta derve ya Amerîkayê bi piranî derbas bûye.
“Xeze axa me ye”
Mihemed Qerayê Filistînî jî got:
"Sala 1948an em carekê neçarî sirgûnê bûn û em dê careke din vê qebûl nekin.
Çi dibe bila bibe em dê li vir bimînin. Me 15 mehan li hemberî şerekî ku em gihandibûn ber tunebûnê li ber xwe da lê em teslîm nebûn.
Em plana sirgûnê ya Trump red dikin, em naçin Misir, Urdin an jî welatekî din.
Xeze axa me ye û em qet qebûl nakin ku ji vir bar bikin.
Eger Trump ew qas meraqdar e, bila Îsraîliyan bi xwe re bibe û li Amerîkayê eyaletekê ji wan re ava bike."
Lebîbe Zehreba ji Xezeyê diyar kir ku ew bi tevahî li dijî terkirina Xezeyê ne.
Lebîbe Zehrebayê got,"Ji ber ku ev der welatê min e. Kesê ku welatê xwe terk bike dê li derve jiyaneke çêtir nebîne.
Ji bo me ti cih çêtir nîne ji Filistînê."
Jina Filistînî Zehrebê da zanîn ku ew li gelek welatan geriyaye, li Misirê perwerde dîtiye û çûye Lîbya, Erebistana Siûdî û Urdinê lê ti der nabe wekî Filistînê û ti welat wekî Xezeyê jî xweş nînin.
Li gorî gotina Lebîne Zehrebayê ew ji Xezeyê hez dikin ji ber ku ew li vir ji dayîk bûne, li wir dijîn û ew ti carî nefikirîne ku ji Filîstînê derkevin.
Koçberiya ku şer pêk aniye
Ji dema ku şerê Hemas-Îsraîlê Çiriya Pêşîn a 2023yan dest pê kiriye û vir ve zêdetirî 700 hezar Filistînî yan neçar man malên xwe biterikînin an jî hêzên Îsraîlê ew neçarî koçberiyê kirin.
Piştî agirbestê hinek vegeriyan lê mal û taxên wan bi tevahî wêran bûbûn.
Filistîniyê bi navê Yaser Hemdan jî wiha axivî:
"Em qebûl nakin, heta zarokên me jî vê planê qebûl nakin.
Ev axa berxwedanê ye, em dê ti carî dev jê bernedin.
Em dê heta dawiyê li vir bimînin, çi Trump û çi jî Îsraîl ji me hez bikin an nekin.
Ev axa me ye, axa bav û kalên me ye û em ji vir naçin. Em bimirin jî bijîn jî dê li vir bimînin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse