Heta niha li Xezeyê 96 rojnameger hatine kuştin

19-12-2023
Nîşan Xeze Îsraîl Hamas Rojnameger Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta li Xezeyê daxuyand, ji 7ê Çiriya Pêşînê ve di êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê de 96 rojnameger hatine kuştin.

Ofîsa Çapemeniyê ya hikûmeta li Xezeyê di heqê mijarê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di êrişên artêşa Îsraîlê de herî dawiyê li bajarokê Cibaliyeyê yê li bakurê Xezeyê rojnameger Evdila Alwan hatiye kuştin.

Di daxuyaniya berê ya Ofîsa Çapemeniyê da hatibû destnîşankirin:

“Îsraîl rojnamegerên li Xezeyê mexsûs dikuje da ku rastiyan veşêre, nehêle nûçe û zanyarî bigihin raya giştî ya herêmî û navneteweyî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst