Dusseldorf (Rûdaw) - Xelkê Yekîtiya Ewropayê ji dawiya vê mehê ve nikarin bêyî razîbûna pêşwext a Brîtanyayê wî welatî ziyaret bikin.
Ji destpêka meha bê ve, yanî meha nîsan, berî ku herin Brîtanyayê, divê daxwaza destûra elektronî ya geştê bikin ku bi Îngilîzî jê re dibêjin ETA”.
Eger we ev nekiribe, nahêlin ku hûn herin nav xaka Brîtanyayê.
Lê nûçeya xweş ew e ku kar bi çend xulekan tê kirin û piraniya deman jî di çend xulekan de bersiva we tê.
Her kesê telefona jîr pê re hebe dikare sepaneke Wezareta karên Navxweyî ya Brîtanyayê bar bike.
Zanyariyên xwe tê de binivîse û 11 Euro (an 10 pound) bide û di nav çend xulekan de destûrê bistîne.
Piştî wê heta du salan dikarî bi wê destûrê hat û çûna Brîtanyayê bikî.
Dibe ku gelek kes bipirsin, ew destûr tenê ji bo wan kesan e ku îqameya wan li Ewropayê heye yan wan kesan jî li xwe digire ku welatiyên Ewropayê ne?
Bersiva wê ew e ku her kesê ku ji Yekîtiya Ewropayê diçe Brîtanyayê ew destûr jê re pêwîst e û divê hebe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse