Herêmeke Awisturyayê: Divê penaxwaz ji bilî zimanê Almanî fêrî zaravayê herêmê jî bibin

08-02-2025
Hêmin Ebdullah
Hinek koçberên ku diçon Awisturyayê / Wêne: Getty Images
Hinek koçberên ku diçon Awisturyayê / Wêne: Getty Images
Nîşan Awisturya Penaber Zimanê Herêmî
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Li Eyaleta Awisturyaya Jorîn (yan wek bi Almanî jê re dibêjin Oberosterreich) ji bo koçberên ku dixwazin li wir bijîn an daxwaza mafê penaberiyê li wê derê bikin planeke sosret hatiye danîn.

Partiyên siyasî dixwazin ji niha û bi şûn de koçber ji bilî ku divê hînî zimanê Almanî bibin, fêrî zaravayê taybet ê herêmê jî bibin.

Wezîrê wê herêma Awisturyayê yê ji bo karûbarên civakî û xweguncandin û ciwanan Christian Dorffel, dibêje ku fêrbûna zaravayê herêmê dê wer bike ku koçber ji xelkê herêmê baştir fêm bikin û jiyana wan a rojane hêsantir bibe.

Ev wezîrê ku ser bi Partiya Lîberal Konservatîf (OVP) e, dibêje di dawiyê de divê koçber xwe li gel piraniya civakê biguncînin û fêrbûna zaravayê jî beşek ji xweguncandinê ye.

Lê vê raman û planê gelek kes li Awisturyayê dilgirina kirine.

Ji ber ku wekî ew behs dikin zaravayê Awisturyaya Jorîn kêmtir ji yek milyon û nîv kesî pê diaxive û nabe koçber werin neçarkirin ku li kêleka zimanê Almanî hînî wê şêwezarê jî bibin.

Bi taybetî jî kesên akademîk vê hizrê nola hizreke pûç û kelevajî dibînin.

“Armanca planê tenê acizkirina koçberan e”

Wekî nimûne Ludwig Laher ku pisporê lêkolînên Almanî ye, dibêje li wê herêmê çendîn zaravayên din jî hene û armanca planê tenê bargirankirin û acizkirina koçberan e.

Eger na gelek kesên Awisturyayî jî hene ku xelkê herêmên din in û ji zaravayê Awisturyaya Jorîn fêm nakin.

Jixwe nabe ew jî werin neçarkirin dema serdana wê derê dikin fêrî zaravayê herêmê bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst