Almanya: Divê em bi Tirkiyeyê re hevkariya di warê koçberan de zêde bikin

24-09-2023
RÛDAW
Nîşan Almanya Tirkiye Penaber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîra Karên Navxwe ya Almanyayê Nancy Faeserê ragihand ku divê derbarê koçberan de hevkariya bi Tirkiyeyê re bê zêdekirin.

Li gorî amarên Daireya Koç û Penaberan a Almanyayê (BAMF), 8 mehên destpêkê yên îsal hejmara koçberên ku çûne Almanyayê ji sedî 77 zêde bûye û gihiştiye 204 hezaran.

Herî zêde welatiyên Sûriye, Efxanistan û Tirkiyeyê wekî koçber diçin Almanyayê.

Mixalefeta Almanyayê ji bo rê li ber koçberên qeçax bê girtin, ji hikûmetê dixwaza tedbîran tundtir dike.

Almanya dê li ser sînorên Polonya, Swîsre û Çekyayê xalên kontrolê dayne.

"Bi temamî nayê astengkirin"

Wezîra Karên Navxwe ya Almanyayê Nancy Faeser ji medyaya welatê xwe re axivî û got:

"Herçiqasî li ser sînoran xalên kontrolê bên danîn jî, hatina koçberan bi temamî nayê astengkirin."

Nancy Faeser tekez kir ku divê bi Tirkiyeyê hevkariyeke nêzîk hebe û got:

"Pêwîst e rêkeftina koçê ya bi Tirkiyeyê bê nûkirin. Rêkeftina penaberan a di navbera Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyeyê de bi başî bi rê ve naçe."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst