Alman ditirsin ku midaxeleyî hilbijartinan were kirin

07-02-2025
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Almanyayê Metirsî Rapirsî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Almanyayê hilbijartinên parlamentoyê dê 23yê Sibatê werin kirin û ji sedî 88ê Almanyayê ditirsin ku welatên din di hilbijartinan de midaxeleyê bikin.

Alman, Rûsya, Amerîka û Çînê wekî metirsiyên herî mezin ên li ser hilbijartinan dibînin.

Li gorî rapirsiya ku Komeleya Federal a Teknolojiya Zanyarî û Ragihandinê ya Almanyayê (Bitkom) belav kiriye, ji sedî 88ê beşdaran ditirsin ku hêzên derve bi rêya hikûmet, kes û koman hewl bidin bandorê li hilbijartinan bikin.

Ji sedî 45ê wan kesên ku ji midaxeleyê ditirsin, Rûsyayê wekî metirsiya herî mezin a li ser hilbijartinan dibînin.

Her wiha ji sedî 42yê wan Amerîkayê, ji sedî 26ê wan Çînê û ji sedî 8ê wan jî Rojhilata Ewropayê wekî metirsî dibînin.

Kesên ku deng daye awayê biryara xwe ya li ser midaxeleyê diyar kir.

Ji sedî 82yê wan bi şêwira heval û endamên malbatê, ji sedî 78ê wan bi rêya televizyonê û ji sedî 69ê wan jî bi rêya înternetê biryar daye.

Her wiha ji sedî 80ê beşdaran diyar kiriye ku divê hikûmeta bê “siyaseta dîjîtal” bike karê xwe yê sereke û ji bo çareserkirina belavbûna nûçeyên derew ên li ser medyaya civakî divê wezareteke taybet bê avakirin.

Hilbijartinên parlamentoyê yên Almanyayê dê 23yê Sibata 2025an werin kirin.

60 milyon kes xwedî mafê dengdanê ne û ew dê 736 endamên Parlamentoya Almanyayê ya bi navê “Bundestag” hilbijêrin.

Pirsa koçberiyê yek ji pirsên germ ên hilbijartinan e.

Li gorî rapirsiyên dawî yên medyayê, ji sedî 66ê welatiyên Almanyayê piştgiriyê didin tundkirina sînoran a li hemberî koçberan û piştgiriya vegerandina wan dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst