Li Rûsyayê balafir ket, 2 kes mirin

07-02-2025
Nîşan Rûsya Balafir Ketin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Moskowê ya Rûsyayê balafireke motorsivik ket û 2 kes mirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Rewşên Awarte ya Rûsyayê, balafireke motorsivik di dema rahênanê de li nêzîkî Balafirgeha Myaçkovoyê ya li herêma Moskowê ketiye.

Hat ragihandin ku 2 kesên di balafirê de mirine û heta niha sedema qezayê diyar nebûne.

Li cihê bûyerê ti wêranî çênebûye û tîmên lêgerîn û rizgarkirinê xebatên xwe didomînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst