Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Umdurmanê ya li rojavayê Xertûma paytexta Sûdanê balafireke leşkerî bi ser xaniyekî de ket, 46 leşker û sivîl mirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Fermî ya Nûçeyan a Sûdanê (SUNA), balafir doh ketiye û cureyê wê Antonov e.
Hikûmeta eyaleta Xertûmê daxuyand ku di bûyerê de 46 leşker û sivîl mirine û 10 kes jî birîndar bûne ku zarok jî di nav wan de hene.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku karê rakirina kavilên xaniyên ku ji qezaya balafirê zerer dîtiye temam bûye.
Artêşa Sûdanê doh ragihandibû ku balafireke leşkerî ya ku ji baregeha leşkerî ya Geliyê Seyîdnayê rabûye li herêma Umdurmanê ketiye û hinek leşker û sivîl mirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse