Neteweyên Yekbûyî: Êdî bes e, dive demildest şer raweste

06-11-2023
RÛDAW
Nîşan Neteweyên Yekbûyî Îsraîl Xeze Hemas
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mehek piştî şerê Îsraîl û Hemasê, çend rêveberên ajansên Neteweyên Yekbûyî beyannameyeke hevbeş belav kir û daxwaza bilez rawestandina şer kir.

Herwiha rêveberên ajansên Neteweyên Yekbûyî dan zanîn ku heta niha 88 karmendên wan hatine kuştin.

Rêveberên 18 ajansên cuda yên Neteweyên Yekbûyî doh di beyannameyeke hevbeş de banga rawestandina demildest a şer kirin û gotin:

“Ev bû mehek, êdî bes e. Divê di demeke kurt de şer bê rawestandin.”

Rêveberên UNICEFê, Jinên Neteweyên Yekbûyî, Bernameya Xorakê ya Cîhanî û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî di beyannameyê de kuştina welatiyên Filistînî û Îsraîlî wek “metirsîdar” bi nav kirin û anîn ziman:

“Tam nêzîkî mehekê ye, cîhan bi tirs û şok temaşeyî rewşa Îsraîl û Filistînê û wê hejmara zêde ya kuştin û jinavçûnê dike.”

Serkirdeyên Neteweyên Yekbûyî bangî hevkarên xwe kirin û gotin:

“Rêzê li yasayên navdewletî yên mafên mirova bigirin, ji wan jî parastina xelkê sivîl, dibistan û nexweşxane, bihêlin alîkariya mirovî biçe nav Xezeyê.”

Di beşeke din a beyannameyê de wiha hat gotin:

“Nayê qebûlkirin ku destê xelkê negihe kelûpelên gelekî pêwîst ên jiyanê û li nav mal, stargeh, perestgeh û nexweşxaneyan bên bombebarankirin.”

Derbarê êrişên ser sazî û karmendên xwe de jî wiha anîn ziman:

“Zêdetirî 100 êriş li dijî çavdêriya tenduristî hatine tomarkirin.

Ji 7ê mehê heta niha 88 karmendên Rêxistina UNRWA (Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Karûbarên Penaberên Filistînî) hatine kuştin.

Ev jî hejmara herî zêde ya kuştiyên Neteweyên Yekbûyî ye ku heta niha di şerekî de hatine tomarkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst