Hakan Fîdan û Fûad Husên li Azerbaycanê civiyan

06-07-2023
RÛDAW
Nîşan Iraq Tirkiye Azerbaycan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrên Derve yên Tirkiyê û Iraqê li Baku ya paytexta Azerbaycanê civiyan. Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan bi Wezîrên Derve yên Kuweyt û Cezayîrê re jî civiya.

Wezareta Derve ya Tirkiyê li ser hesaba xwe ya fermî ya Twitterê ragihand, îro Çarşemê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan û Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Husên li Baku ya paytexta Azerbaycanê civiyan.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê li Bakuyê di çarçoveya Civîna Wezîran a Dîwana Hevahengiyê ya Tevgera Bêalî de bi 3 hevtayên xwe re hevdîtin kirin.

Li gor heman çavkaniyê Hakan Fîdan bi Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Husên, Wezîrê Derve yê Kuweytê Şêx Selîm Ebdullah el-Cabir el-Sebah û Wezîrê Derve yê Cezayîrê Ehmed Ettaf re civiya.

Civîna Wezîran a Dîwana Hevahengiyê ya Tevgera Bêalî di 5ê Temûzê de li bajarê Baku yê Azerbaycanê dest pê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst