Rûsya: Em bi guman in ku diyalog di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de hebe

02-07-2024
Sinan Tunçdemir
Nûnenerû Rûsyayê yê NYyê Vassily Nebenzia/Wêne: Rûdaw
Nûnenerû Rûsyayê yê NYyê Vassily Nebenzia/Wêne: Rûdaw
Nîşan Vassily Nebenzia Rûsya Tirkiye Sûriye
A+ A-

New York (Rûdaw) - Nûnerê Rûsyayê yê NYê diyar kir ku ew ne bawer in ku di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de diyalogek dest pê kiribe û haya wan ji tiştek wisa nîne.

Ji ber ku ji bo diyalogê şert û mercên ku Sûriyeyê daxwaz dikir nehatine guherîn.

Wekî ku tê zanîn çend roj berê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan peyameke êrênî ji Serokê Sûriyeyê Beşar Esad şand.

Piştî vê peyamê jî hate rojevê ku gelo di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de diyalogek dest pê kiriye.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Rûdawê Sînan Tuncdemîr li ser mijarê ji Nûnerê Rûsyayê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Vassily Nebenzia pirsî.

“Mercên Sûriyeyê nehatine guherîn”

Li ser pirsa “Li gor hin nûçeyan diyalogeke nû di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de dest pê kirî ye. Gelo Rûsyayê ji bo vê diyalogê rolek leyîst? Eger erê be çi rol leyîst? Eger neleyîstibe hûn çawa dibînin vê diyaloga nû?” Vassily Nebenzia wiha bersiv da:

“Derbarê diyaloga Tirkiye û Sûriyeyê de, ez guman dikim ku tiştek diqewime. Haya min jê tûne ye.

Lê Sûriyeyê gelek caran got ku ew amade ne û wê amade bibin bi Tirkiyeyê re dest bi diyalogê bikin dema ku Tirkiyê artêşa xwe ji bakurê Sûriyê vekişîne.

Şert û merc ev bûn lê hê tiştek nehatiye guherîn ku ez wisa bifikirim ku wê tiştek bibe.”

Li aliyê din, Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYyê Stephane Dujarric jî di konferanseke rojnamegeriyê de derbarê diyaloga ku tê îdiakirin de bersiva rojnamegeran da.

Stephane Dujarric pêşnûmeya ku Konseya Ewlehiyê ya NYyê ya ji bo Sûriyeyê pejirandibû dest nîşan kir.

“Nexşerêya çareseriya pirsgirêkên Sûriyeyê heye”

Stephane Dujarric wiha got, “Ez wisa difikirim ku ji bo me nexşerêya çareseriya pirsgirêkên Sûriyeyê heye.

Ev jî pêşnûmeya Encûmena Asayîşê ye û bi xeletî nebe pêşnûmeya bi navê 2254 e.

Serokên dewletan wê bi awayekî dualî bicivin.

Em wekî prensîp dibêjin eger diyalog pêşiya tiştek êrênî veke em hez dikin bila diyalog zêdetir bibe.

Lê ez derbarê vê meseleyê şîroveke taybet nakim.”

Li aliyê din, Sûriye derbarê vê meseleyê bêdeng e û hîn jî daxuyaniyeke fermî nedaye.

Herwiha dibe ku Tirkiye ji bo rêya diyalogê veke peyamên êrênî dide serokê Sûriyeyê.

Ji ber ku diyalogê dest pê kiriye an na hîn nayê zanîn lê ev eşkere ye ku retorîka Serokkomarê Tirkiyeyê ya ji bo Serokê Sûriyeyê bêgûman hatiye guherîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst