Tirkiye dê leşkeran bişîne Kosovoyê

04-06-2023
RÛDAW
Nîşan Kosovo Sirb Tirkiye NATO
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand piştî bûyerên ku Kosovoyê rû dane li ser daxwaza Fermandariya Hêzên Hevbeş a NATOyê tabûreke komandoyan hatiye erkdarkirin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê destnîşan kir ji bo ku leşker heta 5ê Hezîranê bigihêjin “Baregeha Siltan Mûrat” a li Kosovoyê, dest bi amadekariyan kirine.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ya li ser geşedanên li Kosovayê de hat gotin ku ew geşedanên li Balkan ku bi Tirkiyê re nirxên hevpar ên dîrokî û çandî hene ji nêz ve dişopanîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Tirkiye ji bo ku bûyerên vê dawiyê yên li herêma dost û bira ya bakurê Kosovoyê ku zirarê digihîne ewlehî û aramiya herêmê, bi rêya diyalogê çareser bikin, helwesteke avaker nîşan dide û banga aramiyê li aliyan dike. Piştî bûyerên ku li Kosovayê qewimîn, tabûra komando ya girêdayî Fermandariya Tugaya Piyade ya Mekanîze ya 65emîn (Luleburgaz) ku berê ji hêza NATO ya Kosovayê re hatibû erkdarkirin, berî daxwaza ji Fermandariya Hêzên Hevbeş ên NATOyê/Napolî (Îtalya) hatin agahdarkirin.”

Wezaretê her wiha anî ziman, “Ji bo ku yekîneya me ya erkdar heta 4-5ê Hezîrana 2023an derbasî Baregeha Siltan Murat a li Kosovayê bibe, dest bi amadekariyên pêwîst hatin kirin.”

Di Nîsana sala borî de hilbijartinên şaredariyan li Kosovayê hatibûn kirin û Sirbên li wî welatî boykot kiribûn û ji Kosovayê xwestibûn ku komeleyeke Sirbî ji bo çavdêriya xebatên saziyên perwerdehiyê, navendên tenduristiyê û geşepêdana aborî ya Sirban ava bike lê di hilbijartinan de Albanek ji bo şaredariya Zvescan hat hilbijartin, Sirban jî wek nerazîbûn li ber avahiya şaredariya Zvescanê dest bi xwepêşandanan kirin û nehîştin şaredar dest bi erka xwe bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst