Ronaldo xewna zarokê Kurd ê nexweşê penceşêrê bi cih anî

03-07-2024
RÛDAW
Ronaldo topa Awar Hozan îmze dike
Ronaldo topa Awar Hozan îmze dike
Nîşan Cristiano Ronaldo Awar Hozan Almanya EURO2024
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cristiano Ronaldo di lîstîka Portugal û Slovenyayê ya EURO 2024ê de xeyala zarokekî Kurd ê ji Qamişloyê bi cih anî û formeyê xwe da wî.

Stêrkê futbolê yê cihanê Cristiano Ronaldo piştî lîstika Portugal-Slovenyayê ku li bajarê Frankfurtê yê Almanyayê hat lîstin li salonê çû cem malbateke Kurd a ji Qamişloya Rojavayê Kurdistanê.

Cristiano Ronaldo li salona cilûbergan a stadê formayê xwe da kurê 4 salî yê bi navê Awar Hozanê ku nexweşê pençeşêrê yê.

Cîranê malbata Awar Hozan, Mehmûd Berazî ji Rûdawê re got:

“Ew zarokê ku Cristiano Ronaldo çûye cem wî Kurd e û xelkê Qamişloyê ye.

Malbat ji bo dermankirina zarokê xwe yê nexweş beriya salekê hat Almanyayê.”

Malbat ji bo tedawiya Awar çûye Almanyayê

Li gorî zanyariyan, Awar Hozan nexweşiya penceşêrê ye tevî dê û bavê xwe û sê birayên xwe ji Qamişloyê çûne Almanyayê.

Awar Hozan ev demek e li nexweşxaneya bajarê Giessenê yê Almanyayê tê dermankirin.

Awar Hozan gelekî ji futbolê hez dike û heyranê Cristiano Ronaldo ye.

Awar ji bijîşkên xwe re gotiye xeyala wî ew e ku Cristiano Ronaldo bibîne.

Yek ji bijîşkên Nexweşxaneya Giessenê hefteya borî ji radyoyeke Almanyayê re diaxive û eşkere dike ku ku zarokekî nexweş ê malbateke penaber heye û xeyala wî zarokî ew e ku Cristiano Ronaldo bibîne.

Li gorî nûçeyên ku di medyaya Almanyayê de belav bûne, piştî lîstîka Portugal-Slovenyayê bijîşkan bi tîma Ronaldo re pêwendî danî û hevdîtina Awar Hozanê û Cristoano Ronaldo saz kir.

Roja lîstikê malbata Kurd diçe bajarê Frankfurtê yê Almanyayê.

Malbatê lîstik temaşe kir û piştî lîstikê bi Ronaldo re hevdîtin kir.

Cristiano Ronaldo beriya lîstîkê malbatê dibîne û ji wan re eşkere dike ku dê piştî lîstikê were cem wan û zêdetir wext bi wan re derbas bike.

Cristiano Ronaldoyê xewna nexweşê penceşêrê Awar Hozan pêk anî formayê xwe îmze kir û wekî diyarî da Awar Hozan.

Her wiha Ronaldo topa ku Awar Hozan bi xwe re biribû jî jê re îmze kir.

Hozan Şanekê bavê Awar, hem ji ber ku destûr dane û hem hevdîtina bi Ronaldo re sazkirine spasiya bijîşk û Nexweşxaneya Zanîngeha Giessenê kir.

"Spasiya her kesî dikim"

Hozan Şanek û amaje bi wê yekê kir ku kurê wî gelekî kêfxweş bûye û wiha got:

“We gelek alîkariya kurê min kir û ew gelekî kêfxweş kir.

Ez dixwazim spasiya tevahiya wan tîman û ew kesên ku li vir dixebitin bikim.

Ji asta herî jêrîn û heta ya herî bilind hêvî dikim ku hûn sax bin."

Nexweşxaneya Giessenê jî li ser hevdîtina Awar û Ronaldo daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya de wiha hat gotin: “Em ji bo lidarxistina vê hevdîtinê ya ji bo Awar gelekî kêfxweş in. Em hêviya silametiyê ji wan re dixwazin."

Awar Hozanê ku nexweşê pençeşêrê ye li bajarê Wetzlar ê Almanyayê bi dê û bavê xwe û sê birayên xwe re dijî.

Tedawiya pençeşêrê ya Awar Hozan li Nexweşxaneya Giessenê berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst