Wezîrê Derve yê Sûriyê tekîldarî hêzên Amerîkayê yên li Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da

04-06-2023
RÛDAW
Nîşan Iraq Sûriyê Fuad Hisên Feysel Miqdad Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad li Bexdayê behsa hebûna hêzên Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê kir û got: "Li aliyê bakur rojhilat jî em dixwazin dagîrkeriya Amerîkayê ya li ser beşek ji axa Sûriyê bidawî bînin."

Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad serdana avahiya Wezareta Derve ya Iraqê kir û bi Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên re civiya

Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên û Feysel Miqdad li Bexdayê konferanseke rojnamevanî pêk anîn.

“Rewşa Sûriyê bandroê li Iraqê jî dike”

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên di preskonferansa rojnamevanî ya hevbeş de ligel Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad li Bexdayê: got: “Rewşa ewlekarî yên li Sûriyê rasterast bandora xwe li ser Iraqê jî heye. Weke hikûmeta Iraqê em amade ne piştgiriya gelê Sûriyê bikin. Em kêfxweş in ku Sûriye vegeriya cihê xwe yê di nava Komkara Erebî de. Ji bo vegera Sûriyê ya nav  Komkara Erebî de me hevkarî kir.”

Fuad Hisên diyar kir ku pêwîstiya wan bi tevgereke herêmî û navdewletî li ser rewşa Sûriyê heye û got: “Tevgera di qonaxa bê de dê li ser çawaniya gihandina alîkariyên mirovî bo hundirê Sûriyê be. Helwesta hikûmeta Iraqê ya ji bo piştevanîkirina gelê Sûriyê û karkirina ji bo alîkariya wan neguher û sabit e."

Têkoşîna dijî bazirganiya madeyên narkotîk

Hisên da zanîn ku wan îro bi Wezîrê Derve yê Sûriyê re li ser karekî hevbeş di navbera Iraq û Sûriyê de ji bo rûbirûbûna bazirganiya madeyên hişbir gotûbêj kirine û got: "Em hêvîdarin ku bi welatên derdorê re ji bo têkoşîna dijî bazirganiya madeyên narkotîk xebateke hevbeş bimeşînin."

Derbarê penebarên Sûriyê yên li Herêma Kurdistanê û Iraqê de jî Fuad Hisên got: “Iraqê pêşwaziya nêzîkî 250 hezar penaberên Sûriyê kiriye ku piraniya wan li Herêma Kurdistanê ne. Di dema pêş de dê ji bo şandina alîkariyan ji bo Sûriyeyê jî xebat bên kirin."

Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad bal kişand li ser hevkariya Iraqê ya bo vegera welatî wî di nav Komkara Erebî de û got: "Em rola Iraqê di vegera Sûriyê bo nav Komkara Erebî de û herwiha piştgiriya wê ya ji bo parastina yekîtiya axa Sûriyê bilind dinirxînin."

Hebûna hêzên biyanî mîna DAIŞ, Cebhet El-Nusrayê li Sûriyê

Feysel Miqdad got: "Em dê hewl bidin di çarçoveya xeteke erebî ya bo asayîkirina rewşa Sûriyê de, dawî li hebûna terorîstan li bakurê rojavayê Sûriyê li Idlibê, yên mîna DAIŞ, Cebhet El-Nusra û rêxistinên din bînin. Em dê di demek nêzîk de di civîna Desteya Şopandina Erebî ya li Qahîreyê de bicivin da ku xeteke Erebî ji bo piştgirîkirina asayîkirina rewşa Sûriyê hebe."

Miqdad behsa hebûna hêzên Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê kir û got: “Ji bo bidawîkriina dagîrkeriya Amerîkayê, em dixwazin hin pirsgirêkan çareser bikin ku dê bibin sedema rêzgirtin û bihêzkirina serweriya her du welatên bira Sûriye û Iraqê. Li aliyê bakur rojhilat jî em dixwazin dagîrkeriya Amerîkayê ya li ser beşek ji axa Sûriyê bidawî bînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst