Li Brîtanyayê xelk diçe ser sindoqan: Li gorî rapirsiyan kî li pêş e?

04-07-2024
Nîşan Brîtanya Hilbijartin Rapirsî Partiya Karkeran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Brîtanya ji bo hilbijartina kadroyên nû yên ku dê 5 salan xelkê temsîl bikin diçe ser sindoqan.

Li Brîtanyayê Kamaraya Ewaman bi hilbijartinan diçe parlamentoyê û di vê hilbijartinê de dê endamên wê bên hilbijartin.

Kamaraya Ewaman ji 650 kursiyî pêk tê û bi giştî dê 4 hezar û 515 namzed rikeberiyê bikin.

Hilbijartinan saet 07:00an (bi dema Hewlêrê saet 09:00) dest pê kir û dê saet 22:00yan (bi dema Hewlêrê saet 00:00) biqedin.

Li gorî rapirsiyan, Partiya Karkeran a ku niha mixalefet e dê bi ferqeke zêde bibe yekem.

Rapirsî pêşbînî dikin ku Partiya Mihafezekar a ku niha desthilat e jî rûbirûyî têkçûneke mezin bibe.

Encamên rapirsiyan amaje pê dikin ku Partiya Karkeran herî kêm dê 400 kursiyî bistîne û hejmara kursiyên Partiya Mihafezekar jî dê bi biniya 100î bikeve.

Divê were gotin ku Partiya Mihafezekar di hilbijartinên borî de 360 kursî standibûn.

Dîsa li gorî rapirsiyan Partiyê Reform UKyê ya ku ji rasgirên fanatîk pê tê, Partiya Neteweyî ya Skoçyayê û Partiya Keskan jî herî kêm dê kursiyekî bistînin.

Li hêla din, tê pêşbînîkirin ku nûnerên Îrlendaya Bakur û Welsê jî di Kamaraya Ewaman de bibin xwedî kursî.

Di van hilbijartinan de nemzedên serbixwe yên wekî Andrew Feinstein jî hene ku alîgirên Filistînê ne.

Serokwezîrê Brîtanyayê Rishi Sunak 22yê Gulanê ragihandibû ku dê hilbijartinên pêşwext 4ê Tîrmehê bên kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst