Kêfxweşiya ‘gurê boz’ Tirkiye û Almanya li hev sor kirin!

04-07-2024
Nîşan Almanya Tirkiye Gurê Boz Merîh Demîral
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku lîstikvanê tîma Tirkiyeyê nîşana “gurê boz” kir Tirkiye û Almanyayê bangî balyozên hev kir.

2yê mehê tîmên neteweyî yên Tirkiye û Awisturyayê di çarçoveya maça EURO 2024ê hatin pêşberî hev.

Lîstikvanê Tirkiyeyê Merîh Demîral piştî gol avêt işareta “gurê boz” kir.

Ev tevgera Merîh Demîral bû sedema gelek bertekên tund.

“Cihê sembolên rastgirên tundrew ên Tirkan nîne”

Wezîra Karên Navxwe ya Almanyayê Nancy Faeserê jî bertek da vê tevgeran nijadperest û got:

“Li stadyumên me cihê sembolên rastgirên tundrew ên Tirkan nîne.

Nayê qebûlkirin ku Şampiyoniya Futbolê ya Ewropayê wekî platformeke nijadperestî bê bikaranîn.

Em li bendê ne UEFA lêkolînê li ser bûyerê bike û cezakirinê binirxîne.”

UEFAyê piştî gotinên Nancy Faeserê ragihand ku derbarê futbolîstê Tirk Merîh Demîral lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Tirkiyeyê bangî Balyozê Almanyayê kir

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê piştî bertekên Hikûmeta Almanyayê bangî Balyozê Almanyayê yê Enqereyê Jurgen Schulz kir.

Wezaretê ji Jurgen Schulz re got,“Bertekên berpirsên siyasî yên Almanyayê yên li hemberî kêfxweşiya Merîh Demîral dijminiya biyaniyan e.”

Almanyayê jî bangî Balyozê Tirkiyeyê kir

Piştî vê gava Tirkiyeyê, Wezareta Karên Derve ya Almanyayê jî bangî Balyozê Tirkiyeyê yê Almanyayê Ahmet Başar Şen kir.

Li gorî nûçeya Reutersê, Wezareta Karên Derve ya Almanyayê ji ber işareta Merîh Demîral bangî Ahmet Başar Şen kiriye.

Sembola “gurê boz” li Tirkiyeyî wekî sembola Partiya Tevgera Netewperest (MHP) tê naskirin û ji aliyê faşîst û nijadperestên Tirk ve tê bikaranîn.

Rêxistina Parastina Destûrê ya Îstixbarata Navxwe ya Almanyayê, sembola “gurê boz” wekî “rastgirên tundrew ên Tirk” pênase dike û wan ji bo ewlehiya navxwe wekî “gef û grupeke tundrew” dinirxîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst