Parlamentera Kurd a Almanyayê: Ji bo pêşîgirtina partiyên rastgir dengê xwe bidin

06-06-2024
RÛDAW
Nîşan Yekîtiya Ewropayê Hilbijartin Seyran Papo Mihemed Îbo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera Partiya Yekîtiya Demokrat a Xiristiyanan (CDU) Seyran Papoyê ji Kurdên li Almanyayê xwest ku ji bo pêşîgirtina bihêzbûna partiyên rastgir dengê xwe bidin.

Yekîtiya Ewropayê dê parlamentoyeke nû hilbijêre.

Hilbijartinên Parlamanetoya Ewropayê îro li Hollandayê dest pê kir û dê heta 9ê Hezîranê berdwam bikin.

Hilbijartin li 27 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê tên lidarxistin û mafê zêdeyî 300 milyon kesî ji bo dengdanê heye.

Parlamentoya Ewropayê ji 720 kursiyan pêk tê û ji ber ku di nav welatên Yekîtiya Ewropayê nifûsa wê herê zêde ye para herî mezin jî bi 96 kursiyan a Almanyayê ye.

Li gorî rapirsiyan partiyên rastgir ên tundrew ên li dijî koçberan dengên xwe zêde dikin.

Parlamenterê Partiya Demokrat a Xiristiyan (CDU) ya Almanyayê Sayran Papo û Endamê Serkirdayetiya Ciwanên Partiya Sosyal Demokrat (SPD) a Herêma Nordrhein-Westfalena Almanyayê Mihemed Îbo li bajarê Dusseldorfê bûn mêvanê Rûdawê.

Sayran Papoyê ji Kurd û welatiyên Almanyayê xwest ku roja yekşemê biçin dengê xwe bidin da ku partiyên rastgir ên tundraw bihêz nebin.

“Dengê xwe bidin partiyên demokratîk”

Sayran Papoyê da zanîn ku partiyên rastgir ti namzedekî Kurd nînin û got:

“Li Almanyayê derdora 2 milyonan Kurd hene û ji sedî 80yê wan mafê hevwelatibûna Almanyayê hene.

Bila hemû kes biçin dengê xwe bide partiyên demokratîk.”

Sayran Papoyê da zanîn ku wan biryar daye bi partiyên tundrew ên Parlamentoya Ewropayê, Parlamentoya Herêma Berlînê û Parlamentoya Federal a Almanyayê re tifaqê nekin.

Ji welatên cuda 7 Kurd ji bo hilbijartinên Parlamentoya YEyê bûne namzed.

Ji Swêd û Almanyayê 3 jinên Kurd ji bo Parlamentoya Ewropayê namzed in.

Evîn Încîr û Diana Ghafoor di lîsteya Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê de û Ozlem Demîrel jî di lîsteya Partiya Çep a Almanyayê (Die Linke) de bûne namzed.

Herwiha 4 Kurd jî li Danimarkayê bûne namzed.

“Kurd ne rêxistinkirî ne”

Sayran Papo sedema nebûna ti namzedên Kurd di nava CDUyê de bi wê yekê ve girêdide ku “Kurd ne rêxistinkirî ne.”

Mihemed Îbo ku xelkê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ye,  ev 9 sal in Endamê partiya SPDyê ya desthilatdar e.

“Kurd dixwînin û xwe ji paşerojê re amade dikin”

Mihemed Îbo di wê baweriyê de ye ku sedema nebûna ti Kurdan di nav namzedên partiya wî de "ciwanên Kurd dixwînin û xwe ji paşerojê re amade dikin."

Bi gotina Mihemed Îbo di paşerojê de Kurd dê di nav siyaseta Ewropayê de bihêz bibin.

Her du mêvanên Rûdawê, hemfikir bûn ku diyasporaya Kurd li Almanyayê ji bo bihêzkirina nûnertiya xwe ne hewce ye ku tenê di parlamentoyê de endamên xwe hebin.

Mihemed Îbo herwiha da zanîn ku ciwanên Kurd dikarin di nava rêxistin û saziyên partiyan de jî xwedî bandor bin û got:

“Ciwanên partiya me piştevaniya doza Kurdan û namzedên Kurd dikin.”

Bi gotina wî 80 hezar endamên wan hene û ji sedî 25ê wan ciwan in.

Papoyê jî got, "Divê em wek Kurdên li Almanya û Ewropayê lobiya xwe xurt bikin.

Em divê ne tenê di siyasetê de lê divê em di her warî de bibin xwedî mînak.”

Sayran Papoyê got ku her çiqas di vê hilbijartinê de namzedên Kurd tune bin jî  lê hemû namzedên wan dostên Kurdan in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst